ÇandSereke

Tehsîn Îbrahîm Doskî: zanyarê ku 150 pirtûk dîyarî pirtûkxana kurdî kirine

Tehsîn Îbrahîm Doskî nîvê temenê xwe ji bo lêkolîn û parastina wêjeya klasîk ya kurdî terxan kirîye.

Ew 56 sal in bê rawestan dixebite û heta niha 150 pirtûkên wî hatine çapkirin. 15 ji van berheman bi zimanê erebî ne û yên din hemû bi kurdî ne.

Zanyarê kurd di vê maweyê de giranî daye ser berhemên helbestvan û zanyarên navdar yên wek Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û Elîyê Herîrî.

Ew bawer dike ku sazkirin û parastina berhemên klasîk erkê herî mezin yê neteweyî ye, çimkî ev berhem dewlemendîya ziman û edebîyata kurdî ne.

Pirtûka ewil ya Doskî  sala 1993 a de bi navê “Al-Hafiz al-îraqî” bi zimanê erebî hatîye çapkirin.

Doskî di wê demê de li ser zanista hedîsê dixebitî. Ew dîyar dike ku ji nav 150 pirtûkên wî, nêzîkî 50 pirtûk raste-rast bi wêjeya klasîk ya kurdî û berhemên zanyarên kurd ve girêdayî ne.

Doskî niha li ser du projeyên mezin ji bo akadêmîya kurdî dixebite. Projeya ewil nivîsandina “Dîroka edebyeta klasîk ya kurdî” ye ku bi taybetî li ser zaravê kurmancî hûr dibe û tê çaverêkirin bibe sê cild.

Projeya duyem jî nivîsandina “Dîroka Mîrnişînên kurd” e ku bi rêya belgeyên arşîvên Osmanî tê amadekirin.

Lêkolînên Doskî di nav pirtûkxaneyên giştî û taybet yên cîhanê de belav bûne.

Ew carina ji bo dîtina destxeteke kevin serdana bajarên wek Bêrlînê, Stembol, Têhranê û Bexdayê dike.

Doskî bi keda xwe ya 56 salan, gelek alîyên veşartî yên dîroka kurdan ronî kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button