H’emû nûçeSereke

Bi navê Komara Ermenîstanê ez dixwazim cejina Sersalê li hemû êzdiyên cîhanê pîroz bikim /vîdyo/

Ez cejina Sersalê, Melekê Taus li civaka êzdîyan ya Ermenîstanê pîroz dikim. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û vîdyoyek weşandîye.

“Ji bo min, nûnerên neteweyên cuda tune ne. Ji bo min, welatîyê Komara Ermenîstanê welatîyê Komara Ermenîstanê ye bi têgihîştina ku em ji bo raman û hestên olî, neteweyî û takekesî yên her kesî rêzdarîyeke mezin û bêdawî digirin”.

Ji bo min şerefeke mezin e ku ez yekem serokê Komara Ermenîstanê me ku derfeta beşdarbûna pîrozbahiyên Sersala êzdîyan bi vî rengî heye û ez dixwazim spasîya xwe ji bo derfet û rûmeteke wusa dîyar bikim.

Her wiha ez pir kêfxweş im ku dibînim dema ku ez gihîştim û ji otomobîlê peya bûm, yekem pirsa ku min ji wezîrê rêveberîya herêmî û binesaziyê kir ev bû ka gelo rêya ku diçe parêstgehê bi tu awayî di bernameyên me yên alîkarîyê yan yên din de hatîye çareserkirin û wezîr bersiveke tund da.

Paşînyan gotîye:”Ez piştrast im ku sala bê em ê hemû bi rêyeke baş-parastî bên vir, ku ev jî pir girîng e” Paşînyan li ser navê Ermenîstanê pîrozbahî li hemû êzdîyên li çaralîyê cîhanê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button