
Serok Barzanî cejina serê Sala ola êzidîyan li êzîdîyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kirîye û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re xwestîye.
Serok Barzanî îro, di peyamekê de cejina Serê sala ola êzîdîyan li hemû êzîdîyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kirîye.
Peyama Serok Barzanî bi boneya cejina Serê sala ola Êzîdîyan:
Bi navê Xwedê yê Mezin û Dilovan
Bi boneya hatina cejina serê Sala ola êzîdîyan, ez pîrozbahîyên xwe yên herî gerim ji hemî xwîşk û birayên êzidî li Kurdistanê û cîhanê re dişînim û hîviya bextewerî û keyfxweşîyê ji bo wan dixwazim.
Xwîşk û birayên êzîdî pareke resen ya gelê Kurdîstanê ne û ez di vê boneyê da tekezê dikim ku em ligel êş û azarên wan in û ez bi hemî şiyanan piştevanîya daxwazîyên xûşk û birayên êzidî dikim.
Ez hîvîdar im hemû cejin û helkeftên hewe bi şadî û aramî derbaz bibin û bimînin di xêr û xweşîyan da.
Mesûd Barzanî







