Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û sêkrêtarê Yekîtîya Avropayê li ser rewşa herêmî nêrînên xwe parve kirine /vîdyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 14 ê nîsanê li Bryûsêlê rastî komîsqarê Yekîtîya Avropayêyî parastinê û fezayê Andrîûs Kûbîlîûs hatîye.
Hevpeyvîneran bi kêfxweşî dînamîkên çalek yên berfirehkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê destnîşan kirine.
Ararat Mîrzoyan û Andrîûs Kûbîlîûs li ser pêrspektîvên hevkarîya di sêktora ewlehî û parastinê de, ku di demên dawî de pêş ketine, nêrînên xwe parve kirine. Herdu alîyan tekez kirine ku pêşketinên girîng yên ku Ermenîstanê di pêkanîna rêformên dêmokratîk de kirîye û her weha pejirandina rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, vîzyon û derfetên nû ji bo hevkarîyê efirandine.
Behsa çalakîyên asta bilind yên ku wê di meha gulanê de li Yêrêvanê bên lidarxistin, tevî xalên rojevê yên civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hatîye kirin.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û komîsarê Yekîtîya Avropayê li ser pêşketinên herêmî nêrînên xwe parve kirine.Wezîr Mîrzoyan xebata ji bo sazûmankirina bêtir aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de raber kirine.







