Konfêransa AI ya Ermenîstanê ya sala 2026 a wê hewil bide ku Ermenîstan bike yek ji navendên cîhanî yên îstîxbarata sûnî

18 ê nîsanê li Yêrêvanê wê mazûvanîya AI Conf Armenia 2026 bê kirin, ku konfêransa Ermenîstanê ye mezine ku ji bo zekaya sûnî hatîye veqetandin û bo cara çaremîn wê pisporên pêşeng yên di vî warî de, zanyar, karsaz û hemû kesên ku bi pêrspêktîva Ermenîstanê ya li ser AI re eleqedar dibin, bîne cem hev.
Civîna dawî ya komîtêya amadekar de hejmartina fermî hatîye dayîn. Li gorî kevneşopîya ku di civaka têknolojîk de hatîye pejirandin, serokên komîtêyê- rêktorê zanîngeha Yêrêvanêye dewletê Hovhannês Hovhannisyan, rêvebirê yekîtîya karsazîyên têknolojîya pêşketî Sargîs Karapêtyan, rêvebirê hevaltîya Krisp ê Artavazd Mînasyan, pêvebirê fonda zanistî û perwerdehîyê ya Yêrêvanê Hrant Xaçatryan û cîgirê rêktorê yûnîvêrsîtêya Yêrêvanêye dewletê Rafaêl Barxûdaryan postêrê yekem yê fermî yê konferansa AI 2026 îmze kirine.
Rojeva ku îro hatîye pejirandin, konfêransa AI Conf wê rêberên pîşesazîyê di bin banê zanîngeha dayîkê de bîne cem hev da ku guhertinên pêşeng yên di warê zekaya sûnî de li Ermenîstanê di sala borî de ji nû ve pênase bikin. Di çalakîyê de wê 20 axaftvanan zêdetir pêşeng ji sêktorên giştî û taybet beşdar bibin.
Cîgirê serokê NVIDIA ê Rêv Lêbarêdyan ji Amêrîkayê bê Ermenîstanê da ku beşdarî konfêransa AI bibe, li wir ew ê li ser “Ajanên AI û aboriya tokên” gotarê raber bike. NVIDIA yek ji hevaltîyên AI yên herî pêşketî yên cîhanê ye û her weha li gorî nirxa bazarê hevaltîya herî biqîmet ya cîhanê ye.
Têketina konfêransa AI ê ji bo temaşevanan, wek salên berê, belaş e û îsal tê payîn ku hejmareke rêkord ya beşdaran nêzîkî 2 000 î ye. Sera konfêransê wê bi tevahî ji bo zanyarên ciwan, xwendikar, karsazên têknolojîyê û hemû kesên ku bi pêrspektîva ermenî ya AI ê re eleqedar dibin, bê veqetandin.
Salên dawî de, Ermenîstanê di warê sûpêrkompyûtêr û binesazîya GPU de mezinbûnek bêhempa dîtîye.Heger bernameyên veberhênanê yên berdewam serkeftî bin, Ermenîstan wê sala bê ji hêla hêza kompyûtêrê ya giştî ve bibe yek ji 10 welatên herî jorîn yên cîhanê.Û konfêransa AI ya Ermenîstanê ya ku wê bê, bi piranî armanc dike ku vê mezinbûna bilez ji nû ve binirxîne û rêyên karanîna wê ji bo pêşkeftina welêt bibîne.







