
Serokê parlamênta Tirkîyayê Nûman Kûrtûlmûş bi hevkarên xwe yên ku di çarçoveya 152 emîn civata giştî ya yekîtîya navparlamêntîyê bi serdana fermî li Stembolê ne, hevdîtinên dualî kirîye.
Ew usa jî rastî serokê parlamênta Gurcistanê Şalva Papûaşvîlî hatîye. Hevdîtinê de têkilîyên dualî, her wiha mijarên herêmî û cîhanî hatine niqaşkirin.
Kûrtûlmûş, bi destnîşankirina ku Enqere girîngîyê dide aşîtî û aramîya li Kafkasîyayê û divê hewldanên hevbeş ji bo vê armancê zêde bibin, gotîye ku divê mexanîzma sêalî ya Tirkîyayê-Gurcistanê-Adirbêcanê bê qewînkirin û bi tevlêkirina Ermenîstanê di wê mêxanîzmê de, xebateke berfireh ji bo aşîtî û aramîyê dikare bê kirin.
Kûrtûlmûş bal kişandîye ser pevçûyînên li herêmê û destnîşan kirîye ku ew girîngîyê didin aşîtî û aramîya mayîn li behra Reş, Rojhilata Navîn, behra Sipî û Qafqasîyayê û avakirina hawîrdoreke aram li herêmê wê bibe sedema mezinbûna serfirazîyê.
Kûrtûlmûş behsa pêşxistina dîyalogeke sêalî di navbera Tirkîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê kirîye.







