SerekeSîyasî

Em dixwazin zincîrên lojîstîkî û derfetên xwe bi rêya axa Îranê berfireh bikin:serokwezîr

Me nîgeranî û êşa xwe li ser bûyerên serdema berê nîşan daye û kêfxweş in ku em dibînin ku danûstandinên di navbera her du welatên me yên dost, Îranê û Dewletên Yekbûyî de, dînamîkeke pêşveçûyînê nîşan didin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna rojnamevanan re gotîye, bi taybetî li ser rewşa li dora Îranê, ssênarên krîzên aborî û lojîstîkî yên gengaz yên ku ji ber pêvajoyên li dora devtenga Hormûzê diqewimin, hatîye gotin.

Li gorî wî, vîzyona me ya hevkarîya bi Îranê re stratêjîk e û em  berevajî vê dixwazin zincîr û şîyanên xwe yên lojîstîkî bi rêya axa Îranê berfireh bikin û pêkanîna projeya TRIPP ê jî di vî warî de pir girîng e, ji ber ku di encama wê de, em ê girêdana rîya hesinî bi Îranê re bi dest bixin,  di vê rewşê de îtxalkirina kelûpelan bo Ermenîstanê û hinardekirina kelûpelan ji Ermenîstanê wê hêsantir bibe.

Serokwezîr bi bîr xistîye ku di serdema berê de kanaleke nû hebû-girêdana rîya hesin bi Çînistanê re bi rêya Asyaya Navîn, li ser rya Çînistan-Qazaxistan-Rûsya-Adirbêcan-Gurcistan-Ermenîstanê û her wiha tekez kirîye ku hökumeta Ermenîstanê ji sala borî ve, dema ku li herêmê alozî dihat dîtin, bi van pirsgirêkan re mijûl dibe.

Serokwezîr bawer kirîye ku em ê kêmasîya kelûpelan nebîn, lê înflasîyon pirsgirêkeke din e.

Serokwezîr gotîye:”Heger bihayê wê berhemê li cîhê jêderkê zêde bibe, wê demê şîyana me ya bandorkirinê sînordar e. Di warê dabînkirinê de, erê, altêrnatîv hene, lê ez di heman demê de piştrast im ku di demek nêzîk de, di çarçoveya rêkxistina rewşê de, em ê dema zûtir projeya TRIPP ê bicîh bînin, ku di encamê de girêdana rîya hesin ya Îran-Ermenîstanê û devtenga Farisa-behra Reş jî wê çêbibe, ku wê ji bo her kesî sûdmend be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button