SerekeSîyasî

Ermenîstanê û Rûsyayê ji bo berdewamîya hevkarîya leşkerî-têknîkî pevketin dest anîne

Ermenîstan û Rûsya wê peymanên berê yên di warê leşkerî-têknîkî de bicîh bînin.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dema brifîngê behsa vê yekê kirîye, behsa rêkeftinên ku di encama danûstandinên bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîne 1 ê nîsanê li Moskvayê hatine kirin, kirîye.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan gotîye: “Hevkarîya me ya leşkerî-têknîkî bi Rûsyayê re heye, ew hebûye, ku di demekê  hatîye qutkirin yan jî bi girîngî hatîye kêmkirin û belê lihevkirineke me heye ku em lihevkirinên berê hatine çêkirin, bicîh bînin”.

Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku ew civîna bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi bandor dibîne û tekez kirîye ku di encama wê civînê de, lihevkirin hatine kirin da ku hevkarîyê di gelek waran de, di nav de di warê leşkerî-têknîkî de, çalek bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button