
Civîna civata sîyasî ya avropî bûyereke pir girîng e, ku di dema wê de Ermenîstan wê çend rojan bibe navendeke Avropayê. Ev yek girîngîya jêopolîtîk ya Ermenîstanê tekez dike.Derheqa wê yekêda wezîrê kar û barên avropî yê Fransîyayê Bêncamîn Hadat hevpeyvîna bi CivilNet re gotîye.
“Di heman demê de, serok Makron wê serdana yekem li Ermenîstanê bike. Em ê karibin têkilîyên dîrokî, çandî û aborî yên di navbera welatên me de, ku jixwe pir nêzîk in û her weha hevkarîya parastinê qewîn bikin. Serok Makron û serokwezîr Paşînyan wê peymana hevkarîya stratêjîk îmze bikin, ku wê me hîn bêtir nêzîkî hev bike. Piştî vê yekê wê civîna Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê bê lidarxistin, ku wê derfetekê peyda bike ku hevkarîya di navbera Yekîtîya Avropayê û Yêrêvanê de qewîn bibe. Ewê bibe qonaxeke girîng di têkilîyên Ermenistanê bi Fransîyayê û Yekîtîya Avropayê re”.
Wezîr tekez kirîye: “Fransîya him di warê dabînkirina çekan de û him jî di warê şîretan de hevkarîya xwe ya parastinê bi Ermenîstanê re berfireh kirîye. Me ataşeyê xwe yê leşkerî şandîye balyozxana xwe ya li Yêrêvanê. Ev yek ji pêşînîyên serok Makron e”.
Hedat tekezî li ser pêwîstîya pêşxistina hevkarîya parastinê kirîye, ku salên dawî de bi awayekî çalak hatîye bicîhanîn.
“Ev cara yekem e ku ez li Ermenîstanê me û min serdana mûzêya jênosîdê kirîye. Ew ezmûneke pir girîng û dilşewat bû. Di wan salan de, vê trajêdîyê, vê jênosîdê, gelek fransî û avropîyan bandor kirîye ku li ser wê nivîsîne”,-ewî destnîşan kirîye.







