Hukumet tekez dike ku heger Rûsya bihayê gazê bilind bike, ji bo sivikkirina encamên wê pakêtên piştgirîyê ji Rojava hene: Gayanê Abrahamyan

Rawestandina hewldana veguhestina pereyan ji Rûsyayê bo Ermenîstanê bo cara nehan 45 rojên dawî de gumanên maqûl derdixe holê ku ev herikîna darayî dibe ku raste-rast bi hilbijartinên 7 ê hezîranê ve girêdayî bin. Deheqa wê yekêda seroka pêxistina giştî ya “Ji bo mafên wekhev”, Gayanê Abrahamyanê hevpeyvîna bi Factor TV re gotîye û destnîşan kirîye ku bertîla hilbijartinê, li gel dêzînformasîyon û êrîşên sîber, yek ji amûrên sereke yên şerê hîbrîd e ku ji alîyê Rûsyayê ve tê bikar anîn.
“Bê guman,ev yek ku ev dibe ku bi tevahî bi hilbijartinên 7 ê hezîranê ve girêdayî be. Çima em nikarin, ji ber ku, bê guman, ezmûna welatên din bi zelalî nîşanî me dide ku herikîneke girîng ya pereyan hebû, nemaze li Moldovayê, Rûmînyayê”,- Abrahamyanê destnîşan kirîye.
Gayanê Abrahamyanê tekez kirîye ku di doza bertîla hilbijartinê de, berpirsîyarîya cezayî ne tenê ji bo dayînerê pereyan, lê di heman demê de ji bo wergir û navbeynkar jî derbaz dibe.
“Civaka me difikire ku tenê yê ku bertîla hilbijartinê dide sûcdar e, lê yê ku wê distîne jî sûcdar e. Heger bertîla hilbijartinê bê raber kirin, soz bê dayîn, heta heşyt sal cezayê girtîgehê lê tê birîn, heger ew wê bistînin û bikevin nav danûstandinê, heta heft sal cezayê girtîgehê lê tê birîn û heger ew bi her awayî navbeynkarîyê bikin, ew jî heta pênc sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Bi gotineke din, ev zincîra tevahî têkilîyeke sûcdar e ku divê bi qasî ku pêkan be bê derxistin”.
Li gorî wê, amadebûna gel ji bo qebûlkirina bertîleyên hilbijartinê bi têza ku bi salan e tê çandin ve girêdayî ye ku dengê hilbijêr tiştekî naguherîne.
Bi balkişandina ser niqaşa dûr ya di navbera serokwezîr Nîkol Paşînyan û karsaz Samvêl Karapêtyan de li ser şerekî aborî yê muhtemel ji alîyê Rûsyayê ve, Abrahamyan destnîşan kirîye ku ev yek ji amûrên sereke yên zextê ji bo Rûsyayê ye, ku piştî ku faktora pevçûyînê îdî wek berê bi bandor nîne, çalaktir dibe.
“Darê sereke, ku nakokî bû, ji destên wan hatîye stendin û yê aborî hîn jî maye û ev tê vê wateyê ku divê yê aborî hîn bêtir bê bikar anîn”,-ewî gotîye û zêde kirîye ku Rûsya vê gefê him li hukumeta Ermenîstanê û him jî li dengdêran digerîne.
Di heman demê de, pispor destnîşan kirîye ku di rewşa heyî de, sepandina zexta aborî li ser Ermenîstanê ji bo Rûsyayê ne ewqas eşkere ye wekî ku di sala 2013 a de bûye.
“Niha îhtîmala vê yekê kêmtir e, ji ber ku Rûsya jî bi Ermenîstanê ve girêdayî ye, nemaze dema ku rewşa şer ya li Ûkraînayê û cezayan tê hesibandin. Ew ji vir gelek kelûpelan dikirin û ji bo wan, lê belê, ew hîn jî bazarek e. Bi gotineke din, ne pir eşkere ye ku em bi tevahî bi wan ve girêdayî ne”.
Gayanê Abrahamyanê her wiha bi bîr xistîye ku li Avropayê bernameyên piştgirîya bilez hene ku dikarin encamên zextên aborî yên Rûsyayê, bi taybetî di rewşa bilindbûna bihayên gazê de, sivik bikin.
Bi kurtasî, Gayanê Abrahamyanê bang li welatîyan kirîye ku bawerîya xwe bi gote-gotên ku dibe ku di sindoqên dengdanê de kamêra yan amûrên din hebin da ku nehênîya dengdanê eşkere bikin, neynin.
“Bawer nekin, ev dereweke mutleq e. Dengê te bi tevahî veşartî ye. Wekî din, ev veşartin ne tenê mafê te ye, lê di heman demê de mecbûriyeta te ye jî, ji ber ku weşandina veşartinê jî sûc e û tuyê bê cezakirin”.







