SerekeSîyasî

Li Avropayê zarokên kurd bi pirtûkên hukumeta Kurdistanê fêrî kurdî dibin

Wezîreta  Herêma Kurdistanêye perwerdê bi hezaran pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî ji bo zarokên li dîyasporayê şandine, da ku ziman û çanda xwe ji bîr nekin.

Li çend bajarên Almanyayê, zarokên kurd yên ku li Avropayê ji dayîk bûne yan jî lê dijîn, bi coşeke mezin beşdarî xwendina zimanê kurdî dibin. Ev wane bi piştgiriya pirtûkên ku ji alîyê hukumeta Herêma Kurdistanê ve hatine amadekirin, birêve diçin.

Pêvajoya şandina pirtûkan di çarçoveya hevanahîyeke fermî ya di navbera wezîreta perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û konfêdêrasyona revenda Kurdistanî de pêk hatîye.Armanc ew e ku zarokên kurd li welatên xerîb ji reh û koka xwe qut nebin û bi zimanê xwe yê resen bixwînin û binivîsin.

Li gorî zanyarîyan, sala borî wezîreta perwerdeyê 9 hezar pirtûkên fêrbûnê ji bo komên 1 ê heta 4 a şandine Avropayê. Ev pirtûk bi her du zaravane, kurmancî û soranî hatine amadekirin da ku hemû zarokên ji her çar perçeyên Kurdistanê bikarin jê sûd werbigirin.

Dê û bavên xwendikaran û mamosteyên zimanê kurdî kêfxweşîya xwe bi vê pêngavê anîne ziman. Mamoste Rovênd Îso dîyar kirîye ku heyîna pirtûkên rêkûpêk karê wan hêsantir kirîye û daxwaza zarokan ya ji bo fêrbûnê zêdetir kirîye.

Kesûkarên xwendikaran jî spasîya hukumeta Herêma Kurdistanê kirine û destnîşan kirine ku ev alîkarî nîşana giringîpêdana bi nasnameya kurdî ye li derveyî welat.

Li van navendan ne tenê ziman, lê di heman demê de huner û mûzîka kurdî jî tê hînkirin. Zarok bi amûra tembûrê kilamên kurdî distirên, ku ev yek dibe sedema hewînbûna hesta wan ya niştîmanperwerîyê û girêdana wan ya bi çanda bav û kalan re.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button