
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ji bo vekirina sînorê Ermenîstanê-Tirkîyayê û îmzekirina peymana aşîtîyê ya dawî bi Adirbêcanê re di zûtirîn dem de, xebat berdewam dibin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr li brîfînga piştî civîna hukumeta Ermenîstê gotîye.
Serokwezîr bi balkişandina ser zêdebûna têkilî û hevdîtinên di navbera rayedarên welatên jorîn de, gotîye: “Ez bawer dikim ku dem hatîye ku têkilîyên di navbera rayedarên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkîyayê de bibin beşek ji têgihîştina giştî ya çalakîyên xebata rojane”.
Serokwezîr Paşînyan li ser çarenûsa vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê û her weha pêrspêktîvên îmzekirina dawî ya peymana aşîtîyê bi Adirbêcanê re axivîye û destnîşan kirîye ku di vî warî de tu nûçe tunene.
Serokwezîr gotîye:”Tiştekî nû tune ye, lê di heman demê de rastîyek heye ku rojane kar tê kirin. Em hewil didin ku derfetan bibînin da ku têkilîyan di alîyên cuda de pêşve bibin”.
Vê çarçoveyê de, ewî her wiha bi bîr xistîye ku yek ji hevaltîyên hewayî yên Tirkîyayê berê dest bi geştên ber bi Ermenîstanê kirîye.
Paşînyan destnîşan kirîye:”Em hêvî dikin ku yek ji hevaltîyên hewayî yên Tirkîyayê jî geştên ber bi Gumirîyê bike”.
Serokwezîr tekez kirîye ku ji bo wî pirs ne ew e ku vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê yan îmzekirina peymana aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê dê pêk bê, pirs ew e ku kengê wê pêk bê.
Li gorî serokwezîr Paşînyan, niha xebat tê kirin da ku ev bûyer demeke zûtir pêk bê.







