Ararat Mîrzoyan bi hevkarê xwe yê bêlçîkî re li ser rastîyên nû yên Kafkasîya Başûr axivîye

20 ê nîsanê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi rêya têlefonê bi cîgirê serokwezîr Padişatîya Bêlçîkayê, wezîrê kar û barên avropîye der û hevkarîya geşepêdanê Maksîm Pryêoy re axivîye.
Wezîrên Ermenîstanê û Bêlçîkayêye karên der bi kêfxweşî dîyaloga sîyasî ya çalak ya di navbera herdu welatan de destnîşan kirine û girîngîya kûrkirina hevkarîyê him di asta dualî de û him jî di nav Yekîtîya Avropayê de tekez kirine.
Rojeva civînên bilind yên civata sîyasî ya avropî û Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ku meha gulanê li Yêrêvanê bên lidarxistin, di nav de mijarên têkildarî qewînkirina berxwedana dêmokratîk û berfirehkirina têkilîyên aborî, hatine niqaşkirin.
Derbarê pêşketinên herêmî de, wezîran li ser rastîyên nû yên li Başûrê Kafkasîyayê derketine holê, nêrînên xwe parve kirine. Girîngîya pêşvebirina projeyên pêwendîyê û pêşxistina binesaziyê di çarçoveya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine tekez kirin.
Ararat Mîrzoyan û Maksîm Pryêoy li ser mijarên din yên girîng yên hevbeş jî nêrînên xwe parve kirine.







