H’emû nûçeSereke

Endamên palata Bêlçîkayê bi yekdengî piştgirîya rojeva aşîtîyê ya Ermenîstanê û nêzîkbûna Ermenistan-Yekîtîya Avropayê dike

Endamên palata Bêlçîkayê bi yekdengî biryarnameyek pejirandîye ku piştgirîya xwe ya zelal ji bo rojeva aşîtîyê ya Ermenîstanê û kûrkirina bêtir têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nîşan dide. Biryarname ji alîyê parlamêntvan Mîşêl di Maêgd, Pîêr Kompanî, Bênûa Lyûtêng, Oxox Tûrnor û Êls Van Hûf ve hatine nivîsarê û pejirandina wê xwedî girîngîyeke sîyasî ya girîng e, nemaze di berîya civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî û civîna bilind ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya ku  sala 2026 a de li Yêrêvanê tê lidarxistin.

Wek ku peyamnêrê “Armenpress” ê li Bryûsêlê ragîhandîye, 134 kesan dengê xwe dane vê biryarnameyê, bêyî ku dengên dijber û bêalî hebûn.

Belgeya pejirandî careke din piştrast dike ku hemû hêzên sîyasî yên parlamêntîyê yên li Bêlçîkayê di warê pêşxistina hevkarîyê bi Ermenîstanê re û piştgirîkirina destpêşxerîyên aştîxwaz yên welêt de xwedî helwesteke yekgirtî ne. Pejirandina yekdeng ya biryarnameyê şedetîya lihevkirina sîyasî ya berfireh li Bêlçîkayê li ser bilindkirina têkilîyên dualî bi Ermenîstanê re bo asteke nû ya bi kalîteyî dike.

Ev biryar ne tenê ji bo pêşxistina têkilîyên Ermenîstan-Bêlçîkayê, lê di heman demê de di çarçoveya berfirehtir ya nêzîkbûna Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de jî peyameke girîng e. Ew berdewamîya qewînkirina piştgirîya ji bo Ermenîstanê di nav derdorên sîyasî yên Avropayê de wek pêşşerteke girîng ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî destnîşan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button