H’emû nûçeSereke

Paşînyan bi nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO ê re li ser mijarên rojeva Ermenîstan-NATO ê axivîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO ê yê li Kafkasyayê û Asyaya Navîn Kêvîn Hamîlton qebûl kirîye.

Serokwezîr ji bo destbikarbûna wî ew pîroz kirîye û girîngîya hevkarîya Ermenîstan-NATO ê û dîyaloga nêzîk ji bo qewînkirina ewlehî û îstîqirarê li herêmê destnîşan kirîye.

Hevpeyvînvanan li ser hejmara mijarên têkildarî rojeva hevkarîya Ermenîstan-NATO ê niqaş kirine. Bi taybetî, wana li ser pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîyê û her weha pêkanîna bi bandor ya bernameyan di warên berjewendîya hevbeş de rawestîyane.

Serokwezîr Paşînyan behsa pêvajoya rêformên dêmokratîk yên ku  alîyê hukumeta Ermenîstanê ve têne pêkanîn, kirîye û girîngîya hevkarîya domdar bi hevkarên navneteweyî re di warê pêşxistina kapasîteyên sazûmanî û qewînkirina berxwedana welêt de tekez kirîye.

Di heman civînê de, di derbarê rewşa ewlehîyê ya herêmî, pirsgirêkên heyî û her wiha hewldanên ji bo mîsogerkirina aşîtî û aramîyê de jî niqaş hatine kirin.

Kêvîn Hamîlton destnîşan kirîye ku NATO girîngîyê dide hevkarîya xwe ya bi Ermenîstanê re û amade ye ku di warên berjewendîya hevbeş de hevkarîyê bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button