H’emû nûçeSereke

Paşînyan zelal kirîye ku Ermenîstan wê di bin çi mercan de bi fermî serlêdana endamtîya tam ya Yekîtîya Avropayê bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan şert û mercên ku Ermenîstan wê bi fermî ji bo endamtîya tam ya yekîtîyê serlêdana Yekîtîya Avropayê bike, raber kirîye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Nîkol Paşînyan dema ku bernameya hilbijartinê ya partîya desthilatdar “Peymana sîvîl”  raber kirîye, li ser mijarê rawestîyaye.

“Mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê ku ji sala 2023 a vir ve li Ermenîstanê dixebite, beşdarî aramîya welatê me li ser sînorên wê yên rojhilat bûye.Sala 2024 a de, bernameya “Berxwedan û mezinbûn” ya Yekîtîya Avropayê ya ku piştgirîyê dide Ermenîstanê hatîye pejirandin û tê bicîhanîn. Dewletên endam yên Yekîtîya Avropayê, bi lihevkirinê di bin “Tesîsa aşîtîyê ya avropî” de piştgirî dane Ermenîstanê.Sala 2025 a de, qanûna li ser destpêkirina pêvajoya tevlîbûna Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropaye hatîye pejirandin. Dîyaloga lîbêralîzasîyakirina vîzayê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hatîye destpêkirin û plana çalakîyê ya di vî warî de ji Ermenîstanê re hatîye şandin. Şêwirmendîya ewlehî û parastinê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hatîye destpêkirin. Rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avrorpayê di heman salê de hatîye îmzekirin. Peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ji sala 2018 a vir ve di merîyetê de ye”.

Paşînyan gotîye:”Komara Ermenîstanê wê heta ku bi tevahî van pîvanan bicîh bîne, rêformên pêwîst ji bo bicihanîna pîvanên endametîyê di Yekîtîya Avropayê de bidomîne. Dema ku Ermenîstan van pîvanan bicîh bîne, endametîya Yekîtîya Avropayê wê bibe biryareke siyasî û wê bi wê ve girêdayî be ka Yekîtîya Avropayê amade ye ku Ermenîstanê qebûl bike yan na.Heger wisa be, Komara Ermenîstanê wê serlêdana endametîya tam ya Yekîtîya Avropayê bike. Heger ne wisa be, pêkanîna rêformên jorîn wê ji bo Komara Ermenîstanê destkeftîyeke stratêjîk be, ji ber ku Ermenîstan wê bibe welatek ku bi tevahî pîvanên avropî bicîh tîne”.

Paşînyan behsa têkilîyên di navbera yekîtîya aborî ya Avrasyayê û Ermenîstanê de û xala ku di bernameya hilbijartinê ya partîya desthilatdar de di derbarê vê yekê de heye kirîye û destnîşan kirîye ku rayedarên Ermenîstanê fêm dikin ku ne mimkûn e ku meriv di heman demê de him endamê yekîtîya aborî ya Avrasyayê û him jî endamê Yekîtîya Avropayê be.

Serokwezîrê Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Lê heta ku rêformên ku armanc dikin nêzîkbûna bi Yekîtîya Avropayê re û pabendbûna bi pîvanên endametîya Yekîtîya Avropayê re bi endametîya di yekîtîya aborî ya Avrasyayê de re hevaheng bin, Komara Ermenîstanê wê berdewam endameke Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bimîne û wê têkilîyên bazirganî û aborî bi welatên endam re pêş bixe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button