H’emû nûçeSereke

Wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der şandina mîsyona nû ji bo rûbirûbûna gefên hîbrîd yên Rûsyayê li Ermenîstanê pesend kirine

Wezîrên Yekîtîya  Avropayêye karên der bicîhkirina mîsyona nû ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê îzbat kirine.

“Ronahîya kesk. Wezîrên  Yekîtîya  Avropayêye karên der mîsyona nû li Ermenîstanê ji bo rûbirûbûna gefên hîbrîd yên Rûsyayê pesend kirine. Tê payîn ku wezîrên karên der di civîna hevtîya bê wê biryarê piştrast bikin”,- rêdaktorê beşa Avropayê ya radyoya “Azadî” yê  Rîkard Yozvyak, X ê de nivîsîye.

Îro nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê berîya civîna wezîrên karên der yên Yekîtîya Avropayê ragîhandîye ku ew ê mijara mîsyona nû ji bo Ermenîstanê nîqaş bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button