SerekeSîyasî

Avropa dixwaze bi rêya Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkîyayê bi Asyaya Navîn re têkilîyên bi bandor biefirîne

Komîsara avropî Marta Kos berîya civîna konsêya kar û barên Yekîtîya Avropayêye karên der ragîhandîye ku Yekîtîya Avropayê plan dike ku di çarçoveya stratêjîyeke nû de ji bo pêşxistina girêdanên veguhastin û ênêrjîyê bi behra Reş û Asyaya Navîn re hevkarîya bi Adirbêcanê, Ermenîstanê û Tirkîyayê re qewînttir bike.

“Îro em dibînin ka stratêjîya behra Reş ya komîsîyona Avropayê çiqas saxlem e. Girêdan yek ji pêkhateyên vê stratêjîyê ye. Di vê çarçoveyê de, em bi rêya Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkîyayê Avropayê bi Asyaya Navîn re  girêdidin”.

Kosê tekez kirîye ku bazirganî û ênêrjî warên sereke yên girêdanê ne.

Kos dibêje: “Rêyên bazirganîyê li bakûr ji ber Rûsyayê girtî ne  û rêyên başûr jî ji ber şerê bi Îranê re hatine rawestandin”.

Piştî civîna wezîrên karên der, ewê ragîhandîye ku wana têkilîyên Yekîtîya Avropayê bi welatên Başûrê Kafkasîyayê re jî niqaş kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button