Demeke nêzîk de têkilîyên Ermenîstan-Fransîyayê de bûyerên girîng bêne hêvîkirin:Paşînyan Divînaz qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan şanda bi serokatîya serokê koma dostanîya Fransîyayê-Ermenîstanê ya Sênata Komara Fransîyayê Jîlbêr-Lyûk Divînaz, qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku Nîkol Paşînyan serdana şandê li Ermenîstanê pêşwazî kirîye û piştgirîya domdar ya koma dostîya Fransîyayê-Ermenîstanê ji bo Ermenîstanê pir bilind nirxandîye.Nîkol Paşînyan girîngî daye pêşxistina têkilîyên di navbera her du welatan de û tekez kirîye ku di pêşeroja nêzîk de bûyerên girîng di vî warî de têne hêvîkirin. Di heman demê de, serokê dewletê tekez kirîye ku piştgirîya Fransîyayê ji bo Ermenîstanê di hemî astan de pir tê teqdîrkirin.
Jîlbêr-Lyûk Divînaz destnîşan kirîye ku di navbera parlamêntên Fransîyayê û Ermenîstanê de têkilîyên asta bilind hatine avakirin. Li gorî serokê koma dostîya Fransîyayê-Ermenîstanê ya Sênata Fransîyayê, berevajî rageşîya salên berê, îro li Ermenîstanê aramî heye, ku armanca wê aşîtî ye. Di vî warî de, Jîlbêr-Lyûk Divînaz rola serokwezîr Paşînyan û gavên ku armanca wan danîne û qewînkirina aşîtîyê ne, tekez kirîye.
Hevpeyvînvanan li ser pêşxistina hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayê de di warên cûre-cûr de, bi taybetî ênêrjîyê, çandinîyê, perwerdêda niqaş kirine.
Her wiha li ser mijarên têkildarî pêvajoyên herêmî jî niqaş hatine kirin.







