
Çarçoveya hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê, li parlamênta Avropayê li ser gefên hîbrîd yên ku gefê li Ermenîstanê dixwin, niqaşek hatîye lidarxistin.
Li gorî peyamnêrê “Armenpress” ê li Bryûsêlê, çalakîya bi navê “Gefên hîbrîd û dêzînformasyon: rola civaka sîvîl di hilbijartinên Ermenîstanê” de, berpirsên avropî û nûnerên civaka sîvîl ya Ermenîstanê destnîşan kirine ku Ermenîstan hîn jî mînakeke girîng, lê dîsa jî lawaz e, ya pêşkeftina dêmokratîk li herêmê ye.
Beşdarên niqaşê destnîşan kirine ku bandora Rûsyayê bi rêya dêzînformasîyon, manîpûlekirina hestyarî, vegotinên dijî aşîtîyê û çandina bêbawerîyê di pêvajoyên hilbijartinê de tê xuyakirin. Li gorî serokê rêxistina “Yekîtîya welatîyên agahdar” Danîêl Îoannîsyan, li Ermenîstanê mêxanîzmên têr hene ku hilbijartinan biparêzin, lê komên alîgirê Rûsyayê hewil didin ku di nav gel de wê têgihiştinê biefirînin ku hilbijartin wê bê sextekirin.
Parêzer Lûsînê Hakobyanê, tekez kirîye ku civaka sîvîl ya Ermenistanê di hawîrdoreke pir polarîze de dixebite, ku tê de hin aktor berdewam dibin ku pêvajoyên dêmokratîk biparêzin, yên din jî çîrokên prorûsyayê ji nû ve çêdikin.







