SerekeSîyasî

Sênatorên amêrîkî ji Meta û Alphabet re name nivîsîne û bang  kirine ku berîya hilbijartinên Ermenîstanê pêşî li dêzînformasîyona Rûsyayê bigirin

Hevtîya borî, sênatorên amêrîkî Cîn Şahîn û Tom Tîlîs name ji Meta ê û Alphabet  ê re şandine û bang  kirine ku çavkanîyên têr ji bo pêşîgirtina li dêzînformasîyona Rûsyayê berîya hilbijartinên parlamêntê yên li Ermenîstanê hezîrana sala 2026 a veqetînin.

“Pisporên serbixwe dinirxînin ku Rûsya stratêjîya xwe ya Moldovayê nû dike, di nav de bi karanîna platformên Meta ê da ku bandorê li encamên pêvajoya dêmokratîk ya Ermenîstanê bike.Serokwezîr Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku “mirovên ji Rûsyayê” têne teşwîq kirine ku piştgirîyê bidin hin partîyên sîyasî. Yekîtîya welatîyên agahdar, komeke civaka sîvîl ya ermenî ya rêzdar, sed rûpelî zêdetir li ser platformên Meta ê destnîşan kiriye ku naveroka manîpûleyî ya têkildarî hilbijartinên pêşerojê pêşve dixin. Komê her wiha qalibek tevgerên sîstêmatîk yên nerastîn destnîşan kirîye ku tê gotin ji hêla olîgarxê rûs-ermenî ve tê rêvebirin, ku di rapora mecbûrî ya yekem ya rêveberîya Tramp de ji bo kongrê wek “kesayetek sîyasî ya biyanî ya girîng yan olîgarxê li Fêdêrasyona Rûsyayê, wek ku ji hêla nêzîkbûna wî ya bi rêjîma Rûsyayê ve hatîye destnîşankirin”,- sênatoran di nameyek ji Meta ê re nivîsîne.

Her wiha tê destnîşankirin ku hilbijartinên parlamêntîyê yên hezîrana sala 2026 a di dîyarkirina paşeroja Ermenîstanê de girîng in, ji ber ku ew ê bi îhtîmaleke mezin encamên destpêşxerîyên aşîtîyê yên herêmî û projeyên girêdanê, di nav de destpêşxerîya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî (TRIPP), ku pêkhateyeke sereke ya danûstandinên aşîtîyê ye, dîyar bikin. Sênatoran tekez kirine ku divê destûr neyê dayîn ku tu hêzeke bîyanî bandorê li encamên biryarên serwêr yên Ermenîstanê bike.

Sênatoran di nameyekê de ji bo Alfabetê nivîsîne: “Em hêvî dikin ku hûn ê hewlên ku Moldovayê ji bo parastina dêmokrasîya xwe ji êrîşên der kirîye, ji nû ve bidin destpêkirin û bidomînin, lê niha bi sazîyên pêwendîdar yên li Ermenîstanê re. Em bang li Alfabetê dikin ku çavkanîyên têr ji bo têkoşîna li dijî dêzînformasîyona Rûsyayê berîya hilbijartinên Ermenîstanê veqetîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button