
Cîgirê serokwezîr Tîgran Xaçatryan balyozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîvêr Dikotînî qebûl kirîye.
Cîgirê serokwezîr bi taybetî 4 ê gulanê civîna civaka sîyasî ya avropî û her weha roja din, 5 ê gulanê girîngîya heyîna serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makrone li Ermenîstanê tekez kirîye.
Berîya serdanê, hejmara mijarên di rojeva têkilîyên dualî de bi berfirehî hatine niqaşkirin, di nav wan de dabînkirina ava vexwarinê û paqijîyê, beşdarbûna alîyê fransî di çêkirina beşa rîya Sîsyan-Kacaranê ya korîdora rîya Bakûr-Başûr, hevkarîya perwerdehîyê û her weha bername û destpêşxerîyên din yên girîng yên stratêjîk.
Herdu alîyan girîngîya danûstandina avakar ya ji bo çareserkirina bi bandor ya pirsgirêkên ku di çarçoveya wê de ne û berfirehkirina berdewam ya têkilîyên dualî tekez kirine.







