
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan hevpeyvîna bi têlêvîzyona giştî re gotîye ku belgeya hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Fransîyayê wê dema serdana Emanûêl Makron bo Ermenîstanê bê îmzekirin.
Bidine kifşê ku serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron wê 4 ê gulanê ji bo serdana fermîye du rojî bê Ermenîstanê. Di dema serdanê de civînên asta bilind, di nav wan de bi serokwezîr Nîkol Paşînyan re û her wiha beşdarbûna di civîna bilind ya şivata sîyasî ya avropî de têne plankirin.







