SerekeSîyasî

Konsêya Avropayê hûrgilîyên mîsyona sîvîl ya nû ya Yekîtîya Avropayê li Ermenistanê raber kirîye

Konsêya Avropayê ragîhandîye ku mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayê ya nû li Ermenîstanê  di çarçoveya sîyaseta ewlehî û parastinê ya hevbeş de wek beşdarîyek ji bo zêdekirina berxwedana dêmokratîk ya Ermenîstanê û qewînkirina kapasîteya wê ya birêvebirina qeyranan hatîye damezrandin.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress”, derheqa wê yekêda di daxuyanîya ku li ser malpera Konsêya Avropayê hatîye weşandin, hatîye gotin.

Tê destnîşankirin ku ev mîsyon wê di têkoşîna li dijî gefên pirqat yên wek manîpûlekirin û destwerdana agahîyên bîyanî, êrîşên sîber û herikîna darayî ya neqanûnî de piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayê wê şîretên stratêjîk û avakirina kapasîteyê bide wezîret û sazîyên neteweyî yên cûre-cûre di pêşxistina polîtîkayên bersivdayîna gefên ku civak û sazîyên dewletê pê re rû bi rû ne û her weha piştgirîyê bide pêşxistina nêzîkatîyeke berfireh ya tevahîya hukumetê. Ew ê her weha şîretên opêrasîyonal peyda bike û tîmeke projeyê hebe ku berpirsîyar be ji bo destnîşankirin û pêkanîna çalakîyên taybet di warên ku di bin mandatê de ne, bi hevkarîyeke nêzîk bi hevkarên hevfikir re.

Li gorî daxuyanîyê, mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê wê di destpêkê de du salan bidome û baregeha wê ya opêrasîyonal wê li Ermenîstanê be. Rêvebirê navenda opêrasyonên sîvîl ya xizmeta çalekîya Avropayêye der Stêfano Tomat, wê fermandarê opêrasîyona sîvîl be. Ew ê fermandarî û kontrola stratêjîk ya mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayê li  Ermenîstanê, di bin kontrola sîyasî û rêberîya stratêjîk ya komîtêya sîyasî û ewlehîyê ya konseyê de, û di çarçoveya mandata giştî ya nûnerê bilind, bike.

Daxuyanîyê destnîşan kirîye ku 2 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a de, konsêya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ajandayeke stratêjîk ya nû ji bo hevkarîya Yekîtîya Avrorpayê-Ermenîstanê pejirandîye. Li ser bingeha peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Yekîtîya Avrorpayê-Ermenîstanê, ev ajanda stratêjîk pêşkeftineke girîng teslîm dike ber bi kûrkirina têkilîyan di gelek waran de, di nav de ewlehî û parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button