SerekeSîyasî

NATO amade ye ku di warê ewlehî û parastinê de bi Ermenîstanê re hevkarîyê bike

20-21 ê nîsana sala 2026 a, nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO ê yê ji bo Kafkasîyayê û Asyaya Navîn, balyoz Kêvîn Hamîlton, serdana xwe ya yekem li Ermenîstanê kirîye. Serokkomarê Komara Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan ew qebûl kirîye û her wiha bi serokwezîr Nîkol Paşinyan, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan û sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan re civîyaye.Derheqa wê yekêda daxuyanîya NATO ê de hatîye gotin.

Hatîye ragîhandin ku nûnerê taybet bi hevpeyîvîna re li ser gelek mijaran, wek pêşveçûna berdewam ya hevkarîya di navbera NATO ê û Ermenîstanê de, ewlehîya herêmî, tevî gefên hîbrîd, girêdan û pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê, nerînên xwe parve kirine.

Balyoz Hamîlton beşdarîya berdewam ya Ermenîstanê di mîsyona aşîtîyê ya bi pêşengîya NATO ê li Kosovayê (KFOR) de, xebata ku ji bo modêrnîzasîyakirina hêzên çekdar yên Ermenîstanê û zêdekirina asta hevahengîya wan bi hêzên NATO ê re tê kirin, pir qîmet daye.

Di daxuyanîya ku hatîye weşandin tê gotin ku NATO ji bo dîyalog û hevkarîya sîyasî ya di warê ewlehî û parastinê de bi Ermenîstanê re amade ye.

Di dema serdanê de, balyoz Hamîlton bi nûnerên civaka sîvîl ya Ermenîstanê û balyozxaneyên welatên hevalbend re jî civîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button