SerekeSîyasî

TRIPP û kontrola rîya hesin dibin faktorek sereke di alozîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de: Stratfor

Navenda analîtîk ya Stratfor ê encam daye ku Rûsya wê hewil bide zextê li ser Ermenîstanê bidomîne di heman demê de ji kiryarên ku di dawîyê de wê  Yêrêvanê ji Moskvayê qut bikin dûr bisekine.

Xala sereke ya nakokîyê kontrola rîya hesinên Ermenistanê ye, ku ji hêla pargîdanîyeke dewleta Rûsyayê ve têne rêvebirin. Ev pirsgirêk bi taybetî ji ber daxwaza Ermenîstanê ya beşdarbûna di korîdora tranzît ya TRIPP ê ya ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin  tûj bûye.Yêrêvanê berê pêşnîyarek bi navê “kirîna dostane”  raber kirîye, ku mafên tawîzê vediguhêzîne welatekî sêyemîn ku ji bo her du alîyan jî qebûl e. Moskvayê ev pêşnîyar red kirîye û hişyarî daye ku dibe ku nakokî bandorê li têkilîyên dualî yên berfirehtir bike.

Rûsya xwedî gelek amûrên zextê ye: sînordarkirinên bazirganî û gumrikê, bilindbûna bihayê gazê, bikaranîna bi rêya stansîya Mêsamorêye atomî û baregeha leşkerî ya Gumirîyê û ​​her weha sînordarkirinên li ser şandina pereyan û gihîştina bazara kar ya Rûsyayê ji bo welatîyên ermenî. Lê belê, Stratfor hişyar dike ku tedbîrên pir tund dikarin li Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê hestên dijî-Rûsyayê zêde bikin û wan pêvajoyên ku Moskva dixwaze asteng bike, bilezînin.

Pîvan û dema bersiva Rûsyayê wê bi giranî bi encamên yekem civîna bilind ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ve bê destnîşankirin ku wê di 4-5 ê gulanê li Yêrêvanê bê lidarxistin. Her ku Bryûsêl di warên ênêrjîyê, girêdana veguhastinê û têkilîyên sîyasî de piştgirîyeke berbiçevtir peyda bike, îhtîmala bersiva tund ya Krêmlê ewqas zêde dibe.

Nearamîya li Rojhilata Navîn wê di demeke nêzîk de pêkanîna TRIPP ê hêdî bike, ji ber ku hevkarên rojavayî gengazîya veberhênanên li nêzîkî sînorê Ermenîstan-Îranê ji nû ve dinirxînin. Lê belê, di demek dirêj de, şerê li herêmê dikare bi awayekî paradoksal doza stratêjîk ji bo korîdorên ne Rûsyayê yên bi rîya Başûrê Kafkasîyayê û Asyaya Navîn qewîn bike. Heger pevçûyîna li Îranê dirêj bibe û gihîştina Adirbêcanê ya Naxçêvanê bi rêya axa Îranê sînordar bike, Bekû wê neçar bimîne ku rêyên altêrnatîv bi rêya Ermenîstanê pêş bixe, ku wê him mantîqa bazirganî û him jî ya sîyasî ya TRIPP ê qewîn bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button