H’emû nûçeSereke
Di civakên me yên dêmokratîk de cîhê tundîyê tune ye: Paşînyan piştgirîya xwe ji bo Tramp anîye ziman

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela X ê derbarê bûyera ku di şîva salane ya komeleya peyamnêrên qesira Sipî li otêla Washington Hilton ê, ku serokê Amerîkayê Donald Tramp û berpirsên din yên payebilind lê amade bûne, qewimîye peyam weşandîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê nivîsarê de wiha tê gotin:
Ez kêfxweş im ku dibihîzim serok Tramp, xanima Yekem û yên din yên amade piştî bûyera gulebaranê ya li şîva peyamnêrên qesira Sipî ewle ne û aramîya xwe diparêzin.
Tundûtûjî di civakên me yên dêmokratîk de cîhê xwe nagire. Ez ji serok Tramp re di rû bi rûbûna dijwarîyên îro de şefafîyê dixwazim.







