
Zanyarê sîyasî Stêpan Grîgoryan di Factor TV de gotîye ku hilbijartinên parlamêntîyê yên Ermenîstanê yên ku wê bên kirin ne hilbijartineke di navbera hêzên sîyasî deye, lê di navbera du alîyan de ye: yan bibin “walîtaya” Rûsîyayê yan jî şer bikin da ku dewleteke serwêr bimînin. Li gorî wî, mîsyona sîvîl ya nû ya Yekîtîya Avropayê mertaleke parastinê ye li dijî gefên hîbrîd yên Rûsîyayê yên li dijî pêvajoya hilbijartinê û bêdengîya hêzên muxalefetê yên alîgirê Rûsîyayê li ser mijara destwerdana Krêmlê “serxwebûna wan ya kêm” nîşan dide.
Stêpan Grîgoryan biryara hukumeta Ermenîstanê ya daxwazkirina şandeyeke çavdêrîyê ji Yekîtîya Avropayê pêşwazî kirîye û wek “biryareke rast” bi nav kirîye. Li gorî wî, ev gav bi gefên rast yên ji der, bi taybetî ji Rûsîyayê ve girêdayî ye.
Zanyarê sîyasî destnîşan kirîye ku “Em dibînin ku gef ji der tên, û berî her tiştî ji Rûsîyayê, yên têkildarî hilbijartinan bi xwe, ew bi rîya medyaya xwe derewan belav dikin, ew manîpule dikin. Diyar e ku diviyabû ev yek bihata bersivandin”,- û lê zêde kirîye ku rastîyên îsbatkirî hene ka Rûsya çawa komên welatîyên ermenî amade dike da ku wan bişîne dengdanê di hilbijartinan de.
Grîgoryan piştrast e ku armanca mîsyona Yekîtîya Avropayê ew e ku pêşî li van xetereyan bigire. “Mîsyon parastina pergala me ya hilbijartinê, dêmokrasîya me ye. Ew ê şîretan bidin me ka em çawa pêşî li vê yan wê xetereyê bigirin”,-ewî tekez kirîye.
Stêpan Grîgoryan behsa rexneyên qada muxalefeta alîgirê Rûsyayê kirîye ku tê gotin Yekîtîya Avropayê mudaxeleyî karûbarên navxweyî yên Ermenîstanê dike, lê heman hêz li ser destwerdana eşkere ya Vladîmîr Putîn bêdeng in û vê yekê bi yek faktorî mercan kirîye: “Ez wê bi pileya serxwebûnê mercan dikim. Bi raya min, ev hêz, sê lîstikvanên sereke, xwedî pileya serxwebûnê ya pir kêmtir ji Krêmlê ne.”
Li gorî zanyarê sîyasî, ev hêz ji ber bêdengîya xwe li himber daxuyanîyên Putin yên li ser sedema nehiştina beşdarbûna kesayetên alîgirê Rûsîyayê li Ermenîstanê di hilbijartinan de, windahîyeke mezin ya îmajê dikişînin. “Destwerdana Putîn rasterast bû. Ez nikarim destwerdanekê ji vê bihêztir xeyal bikim. Wekî din, ewana wê fêm bikira ku gotina tiştekî wiha ne.
Li gorî Stêpan Grîgoryan, mijara sereke ya hilbijartinan ne sozên civakî-aborî ne, lê vêktora pêşveçûna welêt e.Ewî du ssênarên gengaz raber kirine.
“Ramana min ew e ku niha pirs tê çareserkirin: hûn ê bibin parêzgarî yan hûn ê hewil bidin ku ji bo serwêrîya xwe şer bikin? Heger hêzên alîgirê Rûsyayê bên ser desthilatê, divê mirov fêm bikin ku ew ê me dîsa bixin bin destê Rûsyayê. Ev bixweber tê wateya parêzgarîyê û ev bixweber tê wateya, divê ez bi êş bêjim, windakirina serwêrîya Syûnîkê. Rûsya di rewşeke dijwar de ye, pêdivî bi axan heye, lê ew naxwaze wan ji axa xwe bide. Ew dixwazin pirsgirêkên bi axa Ermenîstanê re çareser bikin”,- Grîgoryan destnîşan kirîye.
Zanyarê sîyasî her wiha fikarên xwe li ser amûrên şerê hîbrîd, bi taybetî belavbûna dêzînformasîyon û nûçeyên sexte yên ku bi rêya zekaya sûnî têne efirandin, anîye ziman.Ewî tekez kirîye ku tenê rêjeyeke biçûk ji xerîdarên nûçeyan redkirina nûçeyên sexte dibînin, ku ev yek manîpulekirina agahdarîyê dike çekeke bihêz.
Li gorî wî, di van şert û mercan de divê welatî hişyar bin û ne bi hestan, lê bi agahîyên piştrastkirî rêberiya wan bikin. Stêpan Grîgoryan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Berî hilbijartinan, ya sereke ew e ku hûn guh bidin kesên ku we berê guh daye wan, yên ku hûn bawerîya wan pê tînin.Yan jî dezgehên medyayê yên ku hûn bawerîya xwe pê tînin. Pêdivî ye ku hûn çavkanîyên pêbawer bişopînin”.







