H’emû nûçeSereke

Gurcistan wê beşdarî civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî bibe: ji Tirkîyayê û Adirbêcanê bersiv nehatîye dayîn: cîgirê wezîrê karên der

Formata civîna civaka sîyasî ya avropî ya sala 2022 a de hatîye efirandin û civîna yekem li Prahayê hatîye lidarxistin, destpêşxerên sereke Yekîtîya Avropayê û Fransîya bûn. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê karên der Vahan Kostanyan hevpeyvîna bi têlêvîzîyona giştî  gotîye, ku civîna heyştemîn ya civaka sîyasî ya Avropayê wê 3-4 ê gulanê  li Yêrêvanê bê lidarxistin.

Cîgirê wezîr destnîşan kirîye ku van civînan de belge û daxuyanîyên fermî nayên pejirandin. Kostanyan gotîye: “Xweşikbûna civaka sîyasî ya avropî ew e ku rojev pir firehtir, pir azadtir e û ji bo danûstandineke ramanan ya bi rastî azad cîh diefirîne. Her civîn xwedî arasteyên xwe yên têmatîk yên taybetî ye.Vê carê, bi berçevgirtina pêşînîyên Ermenîstanê, serokên dewlet û hukumetan wê bi piranî li ser niqaşkirina mijarên têkildarî gefên hîbrîd, berxwedana dêmokratîk, ragîhandin, ênêrjî û veguherîna kesk bisekinin. Bê guman, mijarên ewlehîyê jî wê bên niqaşkirin”.

Ewî tekez kirîye ku ne tenê nûnerên welatên endamên Yekîtîya Avropayê, lê di heman demê de serokên welatên Balkan, welatên hevkarîya Rojhilatê û her weha serokên gelek rêxistinên navneteweyî, di nav de sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê, sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê û sêkrêtarê giştî yê NATO ê jî wê beşdarî civînê bibin.

Cîgirê wezîrê karên der derbarê hêvîyên ji civînê de gotîye: “Di dema civînê de çend sed rojnamevan wê serdana Ermenîstanê bikin, ev yek dihêle ku Ermenîstan di wan rojan de bibe navenda niqaşên sîyasî yên cîhanî, ku wê him naskirin, xuyangî û giranîya sîyasî ya Ermenîstanê zêde bike. Tiştek ji min re dibêje ku di çarçoveya civaka sîyasî ya avropî de, ajandayên me yên dualî yên bi çend dewletan re jî wê bi girîngî pêşve biçin, di hin rewşan de jî bigihîjin asteke nû. Ev platformek e ji bo axaftin, niqaşkirin û îmzekirina belgeyên cûre-cûre li gorî hewcedarîyê, ku ev jî tiştê ku em plan dikin”.

Dema ku ji Vahan Kostanyan hatîye pirsîn ka kîjan ji welatên cînarên me wê beşdar bibin, ewî wiha bersiv daye: “Gurcistan, Adirbêcan û Tirkîya endamên vê formatê ne û vexwendname ji wan re hatine şandin. Me ji alîyê Gurcistanê piştrast kirîye ku serokwezîrê Gurcistanê wê beşdarî çalakîyê bibe,ji Tirkîyayê û Adirbêcanê tu piştrastkirin tunene”.

Derbarê wê yekê de ku îhtîmal e civînê de daxuyanîyên dijî Rûsyayê bên dayîn, gelo ev yek fikaran dernaxe holê ku Ermenîstan wek plasdarmek dijî Rûsyayê bê dîtin? Cîgirê wezîrê karên der destnîşan kirîye ku ne tenê hevkarên avropî, lê yên ji herêmên din jî serdana Ermenîstanê dikin û Ermenîstan têkilîyên xwe di hemû alîyan de kûrtir dike.”Planeke me tune ku em bibin plasdarmek dijî Rûsyayê û ev ne di rojeva me de ye. Ermenîstan di vê rewşê de dewleteke mêvandar e û divê bi awayeke rast ji bo hemû endamên civînê derfetekê peyda bike da ku helwestên xwe yên neteweyî dîyar bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button