Hemû ermenîyên ku li Bekûyê hatine girtin gerekê bên azaberdan: parêzera mafên mirovan

Parêzera Ermenîstanêye mafên mirovan Anahît Manasyanê hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye, berdana hemû ermenîyên ku li Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî hatine girtin, ji bo wan pêşînîyeke sereke û bê şert û merc e.
Li gorî wê, ew vê mijarê di hemû astan de, him di niqaşên bi rayedarên Ermenîstanê re, him jî li ser platformên navneteweyî û di hevdîtinên bi rayedarên payebilind yên biyanî re, tîne ziman. Manasyanê tekez kirîye ku ev ne tenê daxwazeke sîyasî ye, lê belê mecbûryek e ku ji pîvanên gerdûnî yên mafên mirovan derdikeve.
Dema ku ji Manasyanê li ser têkilîyên gengaz yên bi ombûsmêndê Adirbêcanê re û hewldanên ji bo organîzasîyakirina hevdîtinên di navbera girtîyan û xizmên wan de hatîye pirsîn, ewê bi awayekî nepenî bersiv daye û destnîşan kirîye ku heger agahîyên wê hebin ku weşan bike, ew ê daxuyanîyekê bide. Di heman demê de, ewê bang li rojnamevanan kirîye ku baldar bin, û tekez kirîye ku mijar piralî ye û mijarên hesas yên têkildarî ewlehî û statûya sazîya parêzvan vedihewîne.







