
Koordînatorê bernameyên “Yekîtîya welatîyên agahdar” Danîêl Îoannîsyan, li ser pirsgirêkên navxweyî û der yên Ermenîstanê axivîye, behsa destwerdana bîyanî di hilbijartinan de û xuyangên fînansmana neqanûnî kirîye.
Îoannîsyan îdîa dike ku Fêdêrasîyona Rûsyayê bi karanîna gelek amûran bi awayekî çalak destwerdanê di pêvajoyên hilbijartinê yên Ermenîstanê dike.
Ewî destnîşan kirîye ku ji bo fînansekirina çalakîyên hin hêzên sîyasî gelek çevkanîyên darayî tên Ermenîstanê.
“Ji Rûsyayê gelek çevkanîyên darayî tên Ermenîstanê da ku çalekîyên sîyasî yên hin hêzên sîyasî fînanse bikin. Em zanin, bo nimûne, kesekî taybetî, agahîyên me yên pêbawer hene ku kesekî taybet, ku rayedarekî berê ye, mîqdara ku vî kesî anîye û tîne hejmareke neh reqemî ye bi dolaran. Di navbera 100 mîlyon û mîlyar de. Tenê ew tîne”.
Îoannîsyan yek ji mêxanîzmên veguhestina pera jî wiha rave kirîye: “Ew tê organîzekirin. Dîsa, tevahîya navçeyeke Yêrêvanê niha bi awayekî çalak rêwîtîyê dike. Kesên ku qet jîyana xwe de li balafirê siwar nebûne, heftê carekê difirin cîhekî, diçin û tên”.
Îoannîsyan di derbarê dozên bertîlxwarina hilbijartinê de axivîye û destnîşan kirîye ku her çend hukumetê jî binpêkirinên hilbijartinê kirîye, ew tu dozên eşkerekirî yên belavkirina bertîlxwarina hilbijartinê ji hêla hukumetê ve bi bîr nayne, lê di doza muxalefetê de jî dîyardeyên bi vî rengî hene.
“Me gelek sûcên hilbijartinê yên ji alîyê opozîsyonê ve hatine kirin dîtine, di nav de bertîla hilbijartinê jî. Me sûcên hilbijartinê yên ji alîyê rayedaran ve jî dîtine, lê ez yek dozê ku bertîla hilbijartinê ji alîyê çavdêr yan jî hêzên ewlehîyê ve hatibe eşkerekirin naynim bîra xwe. Ji bo bertîla hilbijartinê gelek pere hewce ye û erê di nav opozîsyonê de sazîyên ku gelek pere hene yan jî gelek pere didin wan, mînak, ji Rûsyayê”.







