
Balyozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê gavên berbiçev yên ku ji alîyê Ermenîstanê û Tirkîyayê ve ji bo ji nû ve avakirin û xebitandina rîya hesin ya Gumirî-Qersê têne avîtin, pêşwazî kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî derbarê vê yekê de daxuyanîyek daye û behsa civîna koma xebatê ya Ermenîstan-Tirkîyayê kirîye ku li bajarê Qersê pêk hatîye û di civînê de mijara sererastkirin û xebitandina rîya trênê ya Gumirî-Qersê hatîye niqaşkirin.
“Pêşveçûnên dîrokî li ser rîya avakirina Kafkasîya Başûr ya aştîxwaz û geşbûyî”.
Karbidestên ermenî û tirk li Qersê civîyane da ku komeke xebatê ya hevbeş ji bo ji nû ve avakirina rîya hesin ya Qers-Gumirî ava bikin. Ji nû ve avakirina vê girêdana sereke ya di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de gaveke girîng e ji bo vekirina rêyên herêmî û mîsogerkirina aramîya herêmî. Bingeha pêşketineke wisa girîng li civîna 8 ê tebaxê ya Waşîngtonê ku ji alîyê serok Tramp ve hatibû lidarxistin, hatîye danîn.
Daxuyanîyê de hatîye gotin: “Balyozxana Amêrîkayêye li Ermenîstanê van gavên berbiçev yên ber bi vekirina têkilîyên aborî û civakî yên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de ku bi dehan salan girtî bûn, pêşwazî dike”.







