H’emû nûçeSereke

Pûtîn dixwaze ku kesayetîya  alîgirê Rûsyayê wek serokwezîrê Ermenîstanê bê hilbijartin, lê ev nayê wê wateyê ku ew ê bi Nîkol Paşînyan re nexebite: Tagûhî Xazaryan

Parlamêntvana ji fraksîya “Peymana sîvîl” Tagûhî Xazaryanê heyîna pirsgirêkên bi Rûsyayê re wek “çîrokeke çêkirî û efsaneyî” dibîne.

Ewê li ser daxuyanîya Vladîmîr Pûtîn ya ku hêzên alîgirê Rûsyayê beşdarî hilbijartinên Ermenîstanê dibin wiha şîrove kirîye:

“Serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê bi awayekî mentîqî dixwaze ku gelê Ermenîstanê namzedê herî alîgirê Rûsyayê hilbijêre da ku ew piştrast be ku gelê Ermenîstanê di orbît û rojeva Rûsyayê de dimîne, lê ev nayê wê wateyê ku heger gelê Ermenîstanê hilbijartineke cuda bike, ew ê nexebite”.

Li gorî parlamêntvanê, cudahîya di navbera  “Peymana sîvîl” û hêzên qaşo “prorûsyayê” de ew e ku di rewşa pevçûyîna berjewendîyan de, “Peymana sîvîl” berjewendîyên Ermenîstanê hildibijêre. “Em digihîjin xalekê ku berjewendîyên me îdî li hev nakin, em dibêjin, mîna ku di vê gavê de divê em berjewendîyên xwe hilbijêrin. Ev hêzên qaşo prorûsyayê û hêzên din dibêjin, Ermenîstan wê bê hilweşandin heger em di navbera wan her du berjewendîyan de, ne ya Rûsyayê, ya xwe hilbijêrin. Em bi wî alî diçin, cudahî ev e”.

Xazaryanê her wiha destnîşan kirîye ku hukumet nikare garantî bike ku destwerdana der wê bandoreke sifir hebe, lê ew bi qasî ku pêkan e wê kêm dike.Wek mînak, ewê pêşîgirtina li hewldanên rayedarên gumrikê yên ji bo qaçaxçîtkirina bi deh mîlyon dolara bi pera nîşan daye, ku li gorî wê, nîşan dide ku karîgerîya xebata sazîyan zêde dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button