H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê pêşwazîya civîna Ermenîstan-Tirkîyayê ya li ser nûjenkirina rîya hesin ya Gumirî-Qersê dike

Nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayêyê ya ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîza li Gurcistanê Magdalêna Gronoyê, li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye: “Ez bi germî civîna koma xebatê ya hevbeş ya Ermenîstan-Tirkîyayê ya li ser nûjenkirin û xebitandina rîya Gumirî-Qersêye hesin pêşwazî dikim”.
Ewê destnîşan kirîye ku “Yekîtîya Avropayê bi tevahî piştgirîyê dide vê gava nû ya girîng ber bi pêşxistina derfetên girêdanê li herêmê û normalîzasîyakirina tevahî ya têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê”.
Em lê zêde bikin ku li gorî rêkeftinên ku di çarçoveya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyê de hatine kirin, 28 ê nîsanê li Qersê civîna koma xebatê ya hevbeş ya li ser sererastkirin û xebitandina rîya Gumirî-Qersêye hesin pêk hatîye.







