Ermenîstan pêvajoya endametîya Yekîtîya Avropayê wek rêgezeke stratêjîk dibîne: cîgirê wezîrê karên der

Panêleke niqaşê de li ser mijara “Yekîtîya Avropayê wek hevkareke stratêjîk” di çarçoveya forûma sîyaseta cîhanê de, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan li ser têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û pêrspêktîvên pêşveçûna wan axivîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Kostanyan destnîşan kirîye ku rewşa cîhanê salên dawî de bi girîngî guhêrîye û niha hawîrdoreke tevlihevtir pêk hatîy ku tê de nêzîkatîyên kevneşopî her gav kar nakin.
“Îro gelek tişt guhêrîye. Di vî warî de, divê ez destnîşan bikim ku em bi eşkereyî di demên neasayî de dijîn. Du sal berê em jî di demên neasayî de dijîyan, lê îro rewş tevlihevtir e, ev tê vê wateyê ku rêbazên kevneşopî her gav kar nakin”,-ewî gotîye û tekez kirîye ku pêdivî bi çareserîyên nestandart heye.
Kostanyan behsa têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê kirîye û girîngîya qanûna ku ji alîyê parlamênta Ermenîstanê ve hatîye pejirandin û pêvajoya endametîya Yekîtîya Avropayê daye destpêkirin, destnîşan kirîye.
Di heman demê de, Kostanyan tekez kirîye ku Ermenîstan hêvî nake ku di demek kurt de tevlî Yekîtîya Avropayê bibe.
“Bê guman em nafikirin ku Ermenîstan wê sala 2028 a yan sala 2030 î de bibe dewleteke endamê Yekîtîya Avropayê. Lê belê, ev daxuyanîyeke sîyasî ye ku nîşan dide ka em ber bi ku ve dixebitin”,-ewî gotîye.
Ewî her wiha destnîşan kirîye ku Ermenîstan niha tekane welatê cîhanê ye ku Yekîtîya Avropayê re dîyalogê li ser serbestberdana vîzeyê dike.
Cîgirê wezîrê karen der her wiha girîngîya “Rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê” destnîşan kirîye ku li gorî wî, çarçoveyek û nexşerêyeke zelal ji bo hevkarîyê destnîşan dike, ku ji bo cara yekem sêktorên ewlehî û aborî jî di nav de ne.
Ewî her wiha destnîşan kirîye ku yekem civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê wê 5 ê gulanê li Yêrêvanê bê lidarxistin. Di heman demê de, Kostanyan destnîşan kirîye ku li himber pêvajoyên jêopolîtîk yên ku bi lez li herêmê pêş dikevin, byûrokrasîya avropî carina bi wan re nagihîje.
Ewî destnîşan kirîye: “Carina em hêdî-hêdî lez dikevin, lê divê em piştrast bin ku em dereng nakevin”.
Kostanyan her wiha behsa têgeha “Cînartîya avropî” kirîye û destnîşan kirîye ku ew hewce ye ji nû ve bê pênasekirin.
Li gorî wî, niha Başûrê Kafkasîyayê roleke girîng di girêdana Asyaya Navîn bi Yekîtîya Avropayê re dilîze.







