SerekeSîyasî

Ermenîstanê û Adirbêcanê xebatên li ser prosedûra pêkanîna xebatên dîyarkirina sînora  îzbat kirine û pevguhêrîne

29 ê nîsana sala 2026 a, li Komara Ermenistanê, li Axvêranê, civîna 13 emîn ya komîsîyona nîşankirin û ewlekarîya sînor di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê û komîsyon û nîşankirina sînorê dewletê di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de di bin serokatîya cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Komara Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv de pêk hatîye.

Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der  agahî daye “Armenpress” ê .

Bi kêfxweşî hatîye destnîşankirin ku civîna 13 emîn ya komîsyona dîsa li axa yek ji alîyan, li Komara Ermenîstanê, li Axvêranê pêk tê.

Civînê de, alîyan li ser mijarên rêxistinî û têknîkî yên têkildarî tedbîrên sînorkirinê nêrînên berfireh pevguhêrîne.

Alîyan li ser metinên pêşnûmeyên rêbernameyên jêrîn yên li ser prosêdûra pêkanîna xebatên nîşankirinê li hev kirine:

.«Rêbernameyên li ser prosêdûra xebata komên pisporên nîşankirinê di dema nîşankirina sînorê dewletê yê di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de»,

.”Rêbernameyên li ser prosedûra çêkirina xerîta sînorê dewletê di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de”,

.”Rêbernameyên li ser prosêdûra amadekirin û weşandina belgeyên li ser destnîşankirina sînorê dewletê di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de.”

Alîyan li hev kirine ku ji bo pejirandina guncaw ya rêbernameyan serî li hukumetên xwe bidin.

Cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Komara Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv li ser mijarên berjewendîya hevbeş bi awayekî cuda nêrînên xwe parve kirine.

Hatîye destnîşankirin ku tranzîta barhilgir bo Komara Ermenîstanê bi rîya axa Komara Adirbêcanê bi serkeftî tê kirin û niha jî berdewam dibe.

Bi kêfxweşî hatîye destnîşankirin ku Adirbêcan berhemên pêtrolê dide Ermenîstanê, ku ev yek nîşana avakirina têkilîyên bazirganî û aborî di navbera her du welatan de ye.

Her wiha bi beşdarîya nûnerên derdorên karsazîyê yên partîyan li ser mijarên têkildarî pêşxistina hevkarîya bazirganî û aborî, dabînkirina kelûpel û xizmetên hevbeş û her wiha veguhastina tranzît niqaşek hatîye kirin.

Bi taybetî hatîye tekez kirin ku encamên hatine bidestxistin bi saya îradeya sîyasî ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Komara Adirbêcanê Îlham Elîyêv gengaz bûne.

Piştî encamên civînê, protokola têkildar hatîye îmzekirin.

Alî pevketine ku roja civînê  li Komara Adirbêcanê bi awayekî xebatê hevrêz bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button