H’emû nûçeSereke
Komîtêya xercên kongira Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye byûcêyê li ser alîkarîya ku ji Ermenîstanê re hatiye dayîn niqaş kirîye

Li gorî raporta konsêya ermenî ya Amêrîkayê, komîtêya xerckirina byûcêyê ya Amêrîkayê ji bo sala 2027 a pêşnûmeqanûnek ji bo fînansekirina ewlehîya neteweyî, wezîreta der û bernameyên pêwendîdar pejirandîye, ku her wiha alîkarîya zêdetir ji bo Ermenîstan û Başûrê Kafkasîyayê jî peyda dike.
Komîtêya xerckirinê pêşnîyar dike ku alîkarî ji welatên Başûrê Kafkasîyayê re li gorî berjewendîyên stratêjîk yên Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî bi rîya qewînkirina aşîtî, aramî, întêgrasîyon û girêdana herêmî bê dayîn. Di nav van fondan de, komîtê pêşniyar dike ku bernameyên perwerde û rahênana leşkerî ya navneteweyî û fînansmana leşkerî ya biyanî ji bo Ermenîstanê ji sala borî zêde bibin.







