
Civîna giştî ya parlamênta Avropayê wê li ser biryarnameyeke li ser Ermenîstanê dengdan hatîye kirin, ku piştgiriya Yekîtîya Avropayê ji bo pêşkeftina dêmokratîk, pêvajoya aşîtîyê û rêformên Ermenîstanê ber bi întêgrasîyona Avropayê ve piştrast dike.
Wek ku peyamnêrê “Armenpress” ê ji Bryûsêlê ragîhandîye 476 parlamêntvana dengê erê, 47 li dijî û 48 jî bêalî dane.
Ev biryar piştgirîya lidarxistina hilbijartinên parlamêntîyê yên azad, dadperwer û aştîyane li Ermenîstanê hezîrana sala 2026 a de dike û tekez dike ku encamên hilbijartinan divê bi tenê ji hêla gelê ermenî ve bên destnîşankirin. Belge serxwebûna rêveberîya hilbijartinê, şert û mercên kampanyayê yên wekhev, pirrengîya medyayê û parastina tevahî ya azadîyên bingehîn girîng dibîne. Di heman demê de, behsa pêwîstîya têkoşîna li dijî dêzînformasyon, fînansmana neqanûnî û bertîlxurîya hilbijartinê dike.
Herwiha biryar girîngîyeke taybetî dide lidarxistina civînên bilind yên civata sîyasî ya avropî û Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê yên ku gulana sala 2026 a li Yêrêvanê têne plankirin, wek nîşaneke sîyasî ya girîng ya hevgirtinê bi Ermenîstanê re.
Parlamenta Avropayê her wiha daxwaza zêdekirina alîkarîya darayî û têknîkî ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê dike, bi taybetî di warên ênêrjî, berxwedana dîjîtal û aborî de. Biryarname pêşwazîya berfirehkirina mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê û hevkarîya bi civaka sîvîl re dike.
Wekî din, belge piştgirîyê dide normalîzasîyakirina têkiliyên Ermenîstan-Tirkîyayê bi armanca vekirina sînoran û aramîya herêmî.
Biryarname bi tundî manîpulekirina agahîyên derveyî û hewldanên destwerdanê şermezar dike, bi taybetî çalakîyên Rûsyayê û torên wê yên bandorê, di nav de êrîşên sîber û dêzenformasîyonê, destnîşan dike.
Bi vî awayî, biryara ku ji alîyê parlamênta Avropayê ve hatîye dengdan, pêwîstîya bi hilbijartina dêmokratîk û serwêr ya Ermenîstanê, rêça avropî, aşîtîya herêmî û berxwedana li dijî destwerdana der tekez dike.







