
Darxistina civîna civata sîyasî ya avropî li Yêrêvanê nîşan dide ku Kafkasîya çiqas girîng e, nemaze niha ku şer li Îranê diqewime. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê, Kaya Kalasê dema li civîna civata sîyasî ya avropî, gotîye.
“Pir xweş e ku em li vir li Yêrêvanê ne, li civîna civaka sîyasî ya avropî de.Avropa ne li ser erdnîgarîyê ye, li ser nirx û prînsîpan e, ji ber vê yekê em pir kêfxweş in ku li vir pêşwazîya Kanadayê dikin da ku li ser mijarên cûre-cûre niqaş bikin. Wekî din, lidarxistina vê civînê li Yêrêvanê nîşan dide ku Kafkasîya çiqas girîng e, nemaze niha, dema ku li Îranê şere. Em li ser girêdanê diaxivin, lê di heman demê de li ser berxwedanê li himber pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin jî”,- Kalasê gotîye.
Berpirsa sîyaseta der ya Yekîtîya Avroayê her wiha behsa girîngîya korîdora Rojhilata Navîn kirîye. “Ji ber vê yekê girêdan û ev rê pir girîng in”,-Kalasê gotîye.







