Paşînyan û Rûtên li ser pêvajo û pêrspêktîvên pêşketina hevkarîya Ermenîstan-NATO ê axivîne

Çarçoveya civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayê de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî sêkrêtarê giştî yê NATO ê Mark Rûtên hatîye.
Wek ku “Armenpress “ji daxuyanîya çapemenîyê ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê fêr dibe, wextê hevdîtinê alîya li ser mijarên ewlehîya herêmî, pêvajoya hevkarîya Ermenîstan-NATO ê û pêrspêktîvên pêşkeftinê niqaş kirine. Nîkol Paşînyan girîngîya kûrkirina berdewam ya hevkarîyê tekez kirîye, gavên ku ber bi rêformên dêmokratîk û pêşxistina şîyanan di sêktora parastinê de hatine avîtin, tekez kirîye.
Her wiha di hevdîtinan de li ser hewldanên ji bo aramîya navneteweyî û herêmî û her wiha mijarên din yên bi berjewendîya hevbeş jî axivîne. Alîya amadebûna xwe ji bo berdewamîya dîyalog û hevkarîya avakar li ser bingeha nirxên hevpar û bawerîya hevbeş ji nû ve tekez kirine.







