
Ji bo Yekîtîya Avropayê girîng e ku azadîya gelê ermenî ya hilbijartina çarenûsa xwe biparêze û di vê mijarê de Ermenîstan dikare pişta Bryûsêlê bigire.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê Konsêya Avropayê Antonîû Koşta di dema hevdîtineke berfireh bi serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re di çarçoveya civîna Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de ku li Yêrêvanê pêk tê, gotîye.
Koşta civîna 8 emîn ya civata sîyasî ya avropî ku 4 ê gulanê li Yêrêvanê pêk hatîye û her weha civîna yekem ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya ku 5 ê gulanê pêk tê, wek bûyerên girîng yên dîrokî bi nav kirîye.
Serokê Konsêya Avropayê tekez kirîye ku “Ev nîşaneke eşkere ye ku Yekîtîya Avropayê çawa dixwaze têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re ava bike. Ermenîstan ketîye serdemeke nû ya aşîtî û qewîkirina pergala dêmokratîk û ev bê guman ji bo pêşxistina têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hawîrdoreke baş diefirîne”.
Li gorî wî, piştî pejirandina rojeva stratêjîk ya ku di destpêka kanûna pêşin ya sala 2025 a de di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de hatîye îmzekirin, têkilîyên di navbera Yêrêvanê û Bryûsêlê de hîn qewînttir bûne. Serokê Konsêya Avropayê destnîşan kirîye ku Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê di warên ewlehî û parastinê de jî ji nêz ve dixebitin, di çarçoveya tesîsa aşîtîyê ya Avropayê de li dijî gefên hîbrîd hewldanên hevbeş dikin.
Dawîya axaftina xwe de, ewî her wiha tekez kirîye ku li ser bingeha encamên civîna yekem ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, alî wê bikaribin hevkarîya stratêjîk û veberhênana hevbeş di aşîtîyê de ji bo refaha Ermenîstanê û Avropayê pêş bixin.
Li gorî wê belgeyê, divê ev mîsyon bi rêya dayîna şîret û piştgiriya stratêjîk û pratîkî ji bo wezîret û ajansên ewlehîyê, berxwedana Ermenîstanê li himber gefên hîbrîd qewîn bike.
Divê mîsyon her wiha binirxîne ka ji bo pêşxistina şiyanên ewlehîyê li Ermenîstanê çi hewce ye, da ku welat bikaribe bi bandortir gefên hîbrîd nas bike û li gorî rêbaz û standartên Yekîtîya Avropayê bersivê bide.







