
Têkiliyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de qet nêzîktir nebûne û hemû guhertinên ku qewimîne û wê di pêşeroja nêzîk de çêbibin şedetîya vê yekê didin.Derheqa wê yekêda rêvebira cîrantîya Rojhilatê û Tirkiyayê li rêveberîya giştî ya danûstandinên cînartî û berfirehkirinê ya Komîsyona Avropayê Adrîên Kîralînê, 5 ê gulanê di konfêransa navneteweyî ya “Dîyaloga Yêrêvanê-2026” de ragîhandîye.
Ewê agahî daye ku gelek proje têne cîbicîkirin, di nav de di sêktorên aborî, ênêrjî û veguhastinê de.
Kîralyê zêde kirîye: “Ermenistan di sêktora ewlehîyê de li Yekîtîya Avropayê hevkarên girîng hene. Ev hemû armanc ew e ku berxwedana Ermenîstanê zêde bibe. Gelek projeyên ku armanca wan ev hewldan in têne bicîhanîn. Em dikarin li ser serbestberdana vîzayê, piştgirîya ji bo ermenîyên Arsaxê, cûre-cûrkirina sêktorên bazirganî û ênêrjîyê biaxivin, bi berçevgirtina ku Ermenîstan di warê ênêrjiya nûjen de xwedî potênsîyaleke mezin ya pêşkeftinê ye”.
Ewê destnîşan kirîye ku Yekîtîya Avropayê jî hewil dide ku piştgirîyê bide projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenistanê.







