
Seroka komîsîyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê çar warên sereke yên hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîya Avropayê de raber kirine, ku piştî encamên civîna yekem ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê li ser wan peyman hatine çêkirin û belge hatine îmzekirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, seroka komîsîyona Avropayê di civîna çapemenîyê de ku encamên yekem civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê kurteber kirîye, li ser vê mijarê axivîye.
“Ermenîstan demeke dirêj e endameke hêja ya malbata berfireh ya avropî ye. Şoreşa aşîtî û qedîfe ya sala 2018 a pabendbûna welatê we bi pergala nirxên avropî nîşan daye: demokrasî, serwêrîya hiqûqê û nirxên bingehîn.Ez dixwazim piştgirîya xwe ya qewîn ji bo Ermenîstanê ji nû ve piştrast bikim. Em îro di çarçoveyeke guherbar de dijîn û di vê hawîrdora dijwar de, yekem civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê pir di wextê xwe de ye”.
Seroka komîsyona Avropayê gotîye: “Ev derfeteke baş e ji bo kûrkirina têkiliyên me û birina hevkarîya me ya bêhempa bo asteke nû û em ê vê bikin”.
Ewê behsa kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê di 4 alîyên sereke de kirîye.
“Rêya yekem girêdan e. Me nû belgeyeke hevkarîyê li ser girêdanê îmze kirîye, ku hevkarîya me digihîne asteke nû. Stûna yekem ya vê rêyê veguhastin e. Gelek kêm welat bi qasî Ermenîstanê di rewşek wisa bêhempa de ne. Înîsiyatîva we ya “Xaçerêya aşîtîyê” xwedî potênsîyal e ku Avropayê bi Kafkasîya Başûr û Asya Navîn ve girêbide, Ermenîstanê veguherîne navendeke veguhastinê ya bingehîn. Em ji niha ve amade ne ku li ser ji nû ve avakirina xalên derbazbûna sînor bixebitin, gava ku sînorên bi welatên cînar re vebin. Em dizanin ku çiqas girîng e ku Ermenîstan bi tundî di torên veguhastinê yên herêmî de bê întêgre kirin, ji ber vê yekê em ê piştgirîyê bidin întêgrekirina we di torên veguhastinê yên bingehîn de, wek korîdora veguhestinê ya Transkaspîyê, ku ji bo Avropayê jî girîngiyeke stratêjîk heye. Ji ber vê yekê em îro diyalogeke asta bilind li ser veguhastinê dest pê dikin. Seroka komîsyona avropî gotîye: “Veguhastin û tevgerên veguhastinê hêza ajotinê ne, ku beşdarî pêşbazîyê dibin”.
Wek stûna duyemîn ya hevkarîyê ya ber bi girêdanê ve, fon dêr Layênê behsa sêktora ênêrjîyê kirîye. Seroka Komîsyona Avropayê gotîye: “Pêşveçûna ênêrjîya rojê li Ermenîstanê girîng e. Ev nîşaneke eşkere ye ku sêktora ênêrjîyê ya Ermenîstanê pirreng dibe û heger em li krîza ênêrjîyê ya ku em hemû niha pê re rû bi rû ne binêrin, pir girîng e”.
Ewê her wiha gotîye ku Yekîtîya Avropayê wê ewlehîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê, bi berçevgirtina çavkanîyên nûjen yên hêja, pêş bixe. Li gorî wê, 25 mîlyon yûro wê ji bo avakirina tesîsên dêpokirina ênerjîyê li tora êlêktrîkê ya Kafkasîyayê bê veberhênan da ku ewlehîya dabînkirina ênêrjîyê bê mîsogerkirin.
Stûna sêyemîn, li gorî fon dêr Layênê, warê têknolojîya agahdarîyê ye.Fon dêr Layênê rave kirîye ku “Ermenîstan xwedî sîstemeke ecêb ya zekaya sûnî û endezyarîyê ye. Ev xaleke bihêz e û em dixwazin li ser wê ava bikin. Me bi hev re çend proje destnîşan kirin û di vê odeyê de şeda îmzekirina çend nameyên niyetê bi hevaltîyên pêşeng yên ermenî re kirine. Em hevaltîyên avropî teşwîq dikin ku li vir, li cihê ku potênsîyal û derfet hene, veberhênanê bikin”.
Li gorî Fon dêr Layênê, alîyê sêyemîn yê girîng xebata li ser serbestberdana vîzayê ye.Ûrsûla fon dêr Layênê gotîye: “Radestkirina vîzayê pêşîniyek e ku ji hêla gelê ermenî ve pir girîng tê hesibandin. Ji ber ku em dixwazin gelên xwe nêzîkî hev bikin, em kêfxweş in ku raporta pêşketinê ya yekem raber bikin. Pîroz be, ew pir erênî ye. Ji mijdara sala borî vir ve xebateke baş hatîye kirin û pêşketin çêbûye û em bi tevahî bawer in ku em ê vê bidomînin. Îro em di navbera FRONTEX û Ermenîstanê de rêziknameyên xebatê jî saz dikin, ku wê hevkarîya di warê rêveberîya sînor û herikîna koçberîyê de qewîn bikin”. Ewê zêde kirîye ku pêşînîya çaremîn piştgirîya aborî û berxwedana civakî ye.Fon dêr Layênê bi bîr xistîye ku du sal berê wan bernameya “Berxwedan û mezinbûn” dest pê kir, ku di çarçoveya wê de 270 mîlyon yûro ji Ermenîstanê re hatîye dayîn.Ewê bal kişandîye ser pêşveçûna serketî ya bernameyê û destnîşan kirîye ku ew li bendê ne ku 2,5 mîlyard yûroyên din jî di çarçoveya bernameyê de bi şiklê veberhênanan bên kişandin.







