H’emû nûçeSereke

Wek kanûna sala 1988 a, Fransîya niha jî li kêleka Ermenîstanê ye:Makron spasîya gelê ermenî kirîye

Serokkomarê Fransîyayê Êmanuêl Makron di dema konsêrta bi navê “Pira muzîkê: Ermenîstan-Fransîya” ê de ku li Gumirîyê hatîye lidarxistin, ji gelê ermenî re ji bo pêşwazîya germ spas kirîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Makron destnîşan kirîye ku kesî karesata ku  kanûna sala 1988 a de qewimîye, dema ku Fransîya li kêleka Ermenîstanê sekinî, ji bîr nekiriye.

“Şapl Aznavûr stran got, Fransîya li hev civîya, 500 yî zêdetir agirvês, leşker hatin alîkariya we û Gumirî ji nû ve ava bû. Em zanin ku we di van salên dawî de hemû zehmetîyên ku derbaz kirine çi ne. Û çawa ku em  kanûna sala 1988 a de li kêleka we bûn, em ê niha jî li kêleka we bin. Spas ji te re Gyûmirî, spas ji te re Ermenîstan, qet ji bîr neke, Fransîya ji te hiz dike. Bijî Ermenistan, bijî Fransîya û bijî Gumirî”,- Makron gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku konsêrta li Gumirîyê çalakîya dawî ye ku di çarçoveya serdana dewletê ya serokkomarê Fransîyayê de tê lidarxistin.

Paşînyan gotîye: “Pêşwazî ewqas germ bû ku serok Makron nikarîbû xeyal bike ku bêyî silavkirina we hemûyan biçe. Bi navê xwe, ez dixwazim ji bo pêşwazîya germ spasîya we bikim.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button