SerekeSîyasî

Yekîtîya Avropayê dixwaze Ermenîstanê bike welatekî balkêş ji bo veberhênanan:Ûrsûla fon dêr Layên

Yekîtîya Avropayê dixwaze Ermenîstanê bike welatekî balkêş ji bo veberhênanan.

Di civîna çapemenîyê de ku encamên yekem civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayêyê kurteber dikir, derheqa wê yekêda seroka komîsyona avropî Ûrsûla fon dêr Layênê gotîye, dema ku bersiva pirsa “Armenpress” ê daye ka Yekîtîya Avropayê amade ye ku di kîjan alîyan de piştgirîyê bide Ermenîstanê, her wiha bi berçavgirtina derfetên ku piştî vekirina rêyên ragîhandinê li Başûrê Kafkasîyayê wê bên efrandin.

“Em dixwazin Ermenîstanê bikin welatekî balkêş ji bo veberhênanan.Hûn xwedî jêhatî ne, çavkanîyên we yên mirovî hene, çavkanîyên we yên girîng hene. Hûn hewceyê veberhênan û binesazîyê ne. Ev qismî raste-rast ji hêla Yekîtîya Avropayê ve tê peyda kirin, lê di heman demê de bi saya veberhênan û çalakîyên kêmkirina rîskê yên Yekîtîya Avropayê, ji bo sêktora karsazîyê derfetek tê efirandin ku li Ermenîstanê veberhênanê bikin. Hûn tenê şedê îmzekirin û radestkirina 6 nameyên nîyetê ji bo fond û pargîdanîyên pêşeng bûn, ku ji xwe bawer in ku ev cîhê rast e ji bo veberhênanê û pêkhateya kêmkirina rîskê ya ji hêla Yekîtîya Avropayê ve hatîye peyda kirin hawîrdoreke pir guncan diefirîne da ku sêktora karsazîyê bê vir û projeyên balkêş bicîh bîne”.

Civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ku li Yêrêvanê hatîye lidarxistin, Yekîtîya Avropayê şeş nameyên nîyetê  raberî hevaltî û sazîyên sereke yên Ermenîstanê kirîye da ku veberhênanan li Ermenîstanê pêşve bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button