H’emû nûçeSereke

Gelek mijarên  projeya TRIPP û peymanên Waşîngtonê bi cîgira alîkara wezîrê Amêrîkayêye karên der re hatine niqaşkirin

Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan cîgira alîkara wezîrê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye karên der Sonata Koûltêr qebûl kirîye.Grîgoryan hûrgilîyên hevdîtinê  li ser rûpela xwe ya Facebook ê parve kirîye.

Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê nivîsîye: “Me herduyan jî bi kêfxweşî li ser peymanên Waşîngtonê rawestîyan û encamên berbiçev yên hevkarîya ku di çarçoveya wan de hatîye pêkanîn destnîşan kirine. Me her wiha li ser xebata ku di çarçoveya pêkanîna projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” (TRIPP) de hatîye kirin û pêşveçûyîna wê ya din jî axivîne. Me li ser mijarên din yên balkêş yên hevbeş jî nêrînên xwe parve kirine”.

Şanda bi serokatîya cîgira alîkara wezîrê Amêrîkayêye karên der bo kar û barên Avropayê û Avrasîyayê Sonata Koûltêr wezîrê kar û barên der û bazirganîyê Davîd Xûdatyan jî qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda em ji rûpela Facebook ê ya wezîr agahdar bûne .

“Min bi xêr hatina mêvanan kirîye û rojeva xebatê ya dewlemend bi hukumeta Amêrîkayê re pir baş nirxandîye û girîngîya pêşveçûyîna berdewam ya hevkarîya dualî û amadebûna ji bo pêkanîna bernameyên hevbeş tekez kirîye.

Wextê hevdîtinê, me li ser hejmara mijarên projeya TRIPP ê nîqaş kirine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button