H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Latvîyayê bi serdana fermî hatîye Ermenistanê

Serokkomarê Latvîyayê Êdgars Rînkêvîç  bi  serdana fermî hatîye Ermenistanê.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê  Latvîyayêyî karên der  Bayba Brajên panela li konfêransa “Dîyaloga Yêrêvanê” de gotîye.

“Serokkomarê me bi serdana fermî tê Ermenîstanê. Ev bûyereke girîng e ku raste-rast rêber, siyasetmedar, gel û aborîyên me bi hev ve girê dide”,-wezîrê Latvîyayêyî karên der gotîye,

Ewî her wiha destnîşan kirîye ku Ermenîstan û Latvîya wê  meha hezîranê de geştên raste-rast yên di navbera xwe de ji nû ve dest pê bikin û tekezî li ser têkilîyên pir nêzîk û rêzdar yên di navbera Ermenîstan û Latvîyayêdê de kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button