H’emû nûçeSereke

Vekirina astengîyên ragîhandinê li Başûrê Kafkasîyayê wê mîlyardek dolar dahatê bîne Ermenîstanê:pispora Qazaxistanê

Vekirina tevahî ya danûstandinên veguhastinê li Başûrê Kafkasîyayê dikare heta mîlyardek dolar dahata zêde ji Ermenîstanê re bîne, şert û mercên ji bo avakirina modêleke pêşkeftinê ya nû û xalên stabîl yên mezinbûna aborî biefirîne. Derheqa wê yekêda 6 ê gulanê di nîqaşeke pisporan de li ser mijarên heyî yên hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Qazaxistanê de, cîgira rêveberê înstîtûta lêkolînên stratêjîk ya di bin serokatîya serokê Qazaxistanê Janar Gabdûlînanê gotîye.

Axaftina xwe de, ewê tekez kirîye ku hevkarîya heyî ya di navbera her du welatan de ji xwe bi naveroka aborî ya berbiçev tije ye, ji ber ku 400 î zêdetir hevaltî bi sermaya ermenî li Qazaxistanê û nêzîkî 100 pargîdanî bi beşdarîya karsazîya Qazaxistanê li Ermenîstanê dixebitin. Dînamîkên bazirganîya hevbeş encamên balkêş nîşan didin.Salên 2020-2024 a de, danûstandina bazirganîyê hema pênc qat zêde bûye. Wek ku Gabdûlînayê destnîşan kirîye: “Pêşî, zêdekirina danûstandina bazirganîyê heta 100 mîlyon dolarî û dû re gihîştina sînorê 200-300 mîlyon dolarî, bi berçevgirtina potênsîyala di sêktorên mêtalûrgî, pîşesazîya kîmyayî û matêryalên avahîyê de, pir rast e”. Axaftvanê tekez kirîye ku divê welat tenê bi sêktora madeyên xav ve sînordar nebin, bal kişandîye ser potênsîyala mezin ya sêktorên îstîxbarata sûnî û darayî. Ewlekarîya xwarinê jî wê bibe hêmanek girîng ya vê pêvajoyê. Opêratorê genimê neteweyî yê Qazaxistanê amade ye ku dabînkirina birêkûpêk ya genim ya trênê mîsoger bike. Qebareya wan dikare bigihîje 15-20 hezar tonna.

Raportêda bal hatîye kişand ser veguherîna mîmarîya veguhastinê ya Avrasyayê, ku Qazaxistan destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê wek mînakek ji bo avakirina pergaleke modûlar ya veguhastinê ya nû dibîne.Janar Gabdûlînayê girîngîya vê arasteyê tekez kirîye: “Em “Xaçerêya aşîtîyê” ne tenê wek projeyeke binesazîyê, lê di heman demê de wek mînakek ji bo avakirina mîmarîya pergaleke modûlar ya veguhastinê ya nû jî dibînin, ku dihêle herikîna barhilgiran yek bibe û kar biefirîne”.Li gorî axaftvan, destpêkirina rêyên nû bi rêya Rûsyayê, Adirbêcanê û Gurcistanê xalek werçerxê ye ji bo cûrecûrkirina lojîstîkê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button