H’emû nûçeSereke

Polonya û Ermenîstan wê tetbîqatên leşkerî yên hevbeş derbaz bikin

Welatên ku bi îstîqrar, ewlehî û hevkarîyê re eleqedar in, şirîkên me yên ji bo nîqaşan in. Derheqa wê yekêda X de cîgirê serokwezîrê Polonyayê, wezîrê parastina neteweyî Wladîslav Koşnyak-Kamîş  derbarê danûstandinên bi wezîrê Komara Ermenîstanêyî parastinê Surên Papîkyan re nivîsîye.

“Ji ber vê yekê, em bi tetbîqatên leşkerî yên hevbeş, hevkarîya di navbera akadêmîyên leşkerî de û danûstandina ezmûna pîşesazîya parastinê bi Ermenîstanê re eleqedar in.Min ev yek bi wezîrê parastinê Surên Papîkyan re nîqaş kirîye. Spas ji bo serdanê”,- ewî destnîşan kirîye.

Karbidestê polonî tekez kirîye ku di cîhana îroyîn de, ewlehî ne tenê bi hêza leşkerî, lê di heman demê de bi hevkarîyên berpirsîyar û toreke hevkarîya demdirêj di navbera welatên ku bi stratêjîkî li ser pêşeroja herêmê difikirin  tê avakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button