Em ji peymana parastina hewayî ya bi Rûsyayê re berdin: ev tiştek e ku me di bernameya xwe de nivîsîye: Aram Sargsyan

Serokê partîya “Komarê”, Aram Sagsyan bernameya berîya hilbijartinê ya partîyê raber kirîye û behsa guhartinên sereke yên di sêktorên ewlehî û parastinê de kirîye.
Li gorî wî, yek ji gavên pêşin divê dest ji sîstêma parastina hewayî ya hevbeş ya bi Rûsyayê re berdin.
“Em peymana parastina hewayî ya giştî ya bi Rûsyayê re berdin. Ne tesadûf e ku ev yekem tişt e ku me di bernameya xwe de behs kirîye ne ji Hevalbendîya Welatên Serbeste, lê pêşî ji pergala parastina hewayî ya yekgirtî ya bi Rûsyayê re. Bi taybetî jî dema ku serokwezîrê welêt bi xwe qebûl kirîye ku şerê 44 rojan de, pergalên parastina hewayî yên li Ermenîstanê hatine bêbandorkirin. Kê ew bêbandor kirin, bê guman ne ermenîyan, lê Rûsîyayê kir”.
Ewî tekez kirîye ku bêyî çareserîyeke ji bo vê pirsgirêkê, çekên ku Ermenîstanê bi dest xistine dibe ku ne bi bandor bin.
“Em dibînin ku di nava du salan de, divê em dest ji Welatên Hevalbendîya Serbest berdin. Ev avahî di êrîşên ku Adirbêcanê piştî sala 2020 î li ser axa Ermenîstanê dest pê kirin xwe mafdar nekirîye. Wekî din,Welatên Hevalbendîya Serbest axa Komara Ermenîstanê nas nekirîye di rewşekê de, dîyar kirîye ku serlêdana xelet hatîye şandin, di rewşek din de, sînor nehatine destnîşankirin. Ji ber vê yekê, wek avahîyeke leşkerî, Hevalbendîya Welatên Serbet bi tevahî xwe mafdar nekirîye”,-ewî gotîye.
Sargsyan her wiha behsa guhartinên di artêşê de kirîye û girîngîya veguhêrîna bo artêşeke profêsyonal tekez kirîye.
“Komara Ermenîstanê divê di nav pênc salên bê de derbazî modêla artêşeke profêsîyonel bibe.Ev veguhêrîneke dijwar tê navkirin. Mînakên weha hene: mînak, Polonya di nav pênc salan de derbazî artêşeke bi tevahî profêsîyonal bûye. Em vê yekê bi tevahî rêalîst dibînin û rêyên zelal ji bo pêkanîna wê dibînin”,-ewî destnîşan kirîye.







